Berdevkê Tevgera Vejîna Kurdistanê Ferîd Azad hat binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Tevgera Vejîna Kurdistanê Ferîd Azad ji mala xwe ya li Diyarbekirê hat binçavkirin.

Berdevkê Tevgera Vejîna Kurdistanê Ferîd Azad ji hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, ew li Diyarbekirê ji mala xwe, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hat binçavkirin. 

Hevjîna Ferîd Azad Evîn Azad jî vîdeoyek belav kir û tê de da zanîn ku hêzên ewlekariyê Ferîd Azad binçav kirine û wek sedem jî parvekirinên Ferîd Azad yên ji medyaya civakî nîşan dane. 

Evîn Azad amaje kir ku Ferîd Azad parvekirinên xwe de zilm û zordariya ser nasnameya kurd nîşan daye û li dijî vê zordariyê derketiye.