Kurdistan24 serdana dibistana Mînabê ya Îranê kir: Dibistana ku bûbû gora zarokan

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî derbasbûna çend mehan di ser karesata bombebarankirina dibistana Mînabê ya li başûrê Îranê re, Kurdistan24 wekî yekemîn saziya medyayî ya Kurdî û Iraqî çû cihê rûdanê û guh da êş û jana malbatên qurbaniyan.

Roja 28ê Sibata 2026an, saet di 10:00ê sibê de, sê mûşek rasterast li avahiya dibistana "Şeceretu-Teyyîbe" ya li bajarê Mînabê ketin û di encamê de 120 zarokan canê xwe jidest dan. Her çend di destpêkê de gumanên cuda hebûn jî, lêkolînên dezgehên navdewletî yên wekî "Reuters" û grûpa "Bellingcat" piştrast kirin ku ew mûşekên cureya "Tomahawk" ên Amerîkî bûn. Wezareta ceng a Amerîkayê (Pentagon) jî ragihand, ew li ser rûdanê lêkolînê dikin û behsa "şaşiyeke teknîkî yan îstîxbaratî" kirin.

Tîma Kurdistan24ê li Mînabê bi bavê Subhan re axivî; zarokekî ku di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Subhan bi xemgîniyeke kûr rexne li siyasetên Donald Trump û îdîayên Amerîkayê yên li ser mafên mirovan girtin û got: "Heke mafên mirovan ev be ku zarokên me bi xeyalên nîvco ji me bistînin, nexwe ev 'mafê mirovan' ji bo dinyayê pir baş e!"

Herwiha diyar kir ku her roj wî kurê xwe Subhan û hevalên wî yên wekî Araşam Îranî, Mehdî û Emîn Ehmedzade dibirin dibistanê, lê wê rojê her tişt serûbin bû.

Bavê Subhan wan kêliyên biêş wiha tîne bîra xwe: "Ez li kolana beramberî dibistanê bûm ku telefonek ji min re hat. Paşê dengekî gelekî tirsnak û bilind hat. Min dît ku agir ji dibistanê radibe. Gava ez gihîştim ber derî, min parçeyên laşê zarokan li erdê dîtin. Me hemûyan bi hawar û girî li zarokên xwe digeriyan, bi wê hêviya ku qet nebe yek ji wan sax mabe."

Di 1ê Adara 2026an de, bi beşdariya hezaran kesan merasîma veşartina qurbaniyan birêve çû. Rêxistina UNESCO û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ev êrîş wekî "binpêkirineke giran a yasayên mirovî" şermezar kirin.

Niha komîteyeke navdewletî ya rastîyabûnê mijûlî lêkolînê ye daku diyar bibe ka armancgirtina vê dibistanê tenê "şaşiyeke leşkerî" bûye yan wekî "tawaneke cengê" tê pênasekirin.