Îsraîl daxwaza valakirina bajarê Sûrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Artêşa Îsraîlê hişyariyeke lezgîn da şêniyên bajarê Sûrê û daxwaz ji wan kir ku bajarê xwe û derdora wî vala bikin, ev jî wek amadekariyekê ji bo destpêkirina operasyoneke leşkerî.

Berdevka Artêşa Îsraîlê ji bo Ragihandina Erebî Ella Waweya îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand: "Hişyariyeke lezgîn ji bo şêniyên bajarê Sûrê, di nav de taxa Mesîhiyan, kamp û taxên derdorê; ji bo silametiya we, em daxwazê ji we dikin ku hûn malên xwe vala bikin û ber bi bakurê Çemê Zehranî ve biçin."

Berdevka Artêşa Îsraîlê sedema vê biryarê wekî encama binpêkirina agirbestê nîşan da û got: "Hizbulahê peymana agirbestê binpê kiriye û navxweya Îsraîlê kiriye armanc, ji ber wê yekê jî artêş neçar e ku bi hêz bersivê bide."

Di wê hişyariyê de hat destnîşankirin ku mayîna li nêzîkî çekdarên Hizbulahê, dezgehên wan an jî amûrên wan ên leşkerî jiyana sivîlan dixe xetereyê. Herwesa hat diyarkirin jî ku her avahiyekê ku ji aliyê Hizbulahê ve ji bo armancên leşkerî bê bikaranîn, dê bibe armanca êrîşan.

Artêşa Îsraîlê hişyarî da ku her tevgerek li başûrê Çemê Zehranî dê jiyana xelkê bixe bin xetereyê û eşkere kir ku artêş dê di demeke nêzîk de li dijî çalakiyên Hizbulahê yên di nav taxa Kiristiyanan a bajarê Sûrê de dest bi operasyonê bike.