Davutoglu: Min herdem bi rêya K24ê peyamên xwe gihandine gelê Kurd
Ahmet Davutoglu serdana Kurdistan24ê kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu serdana Dezgeha Medyayî ya Kurdistan24ê kir, û ragihand ku wî herdem bi rêya Kurdistan24ê peyamên xwe gihandine gelê Kurd.
Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026) serdana navenda Dezgeha Kurdistan24ê kir û ji aliyê rêveberiya dezgehê ve hat pêşwazîkirin. Di civînekê de, Davutoglu got ku wî pêştir û niha jî bi rêya Kurdistan24ê peyamên xwe gihandine gelê Kurd.
Kurdistan24, îşev saet 21:00 li gorî dema Hewlêrê, hevpeyvîneke taybet ligel Ahmet Davutoglu belav bike. Di wê hevpeyvînê de, Davutoglu behsa pêwendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê, pêvajoya aştiyê, rewşa deverê û çend pirsên din ên giring dike.