Davutoglu: Tevlînebûna Kurdistanê di şer de biryareke hekîmane bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, di dema serdana xwe ya bo Kurdistan24ê de, ragihand ku ew xwe wekî "Ahmet Erbîlî" dide nasandin, û tekez jî kir ku Serok Barzanî ne tenê ji bo Kurdistanê, belkî ji bo tevahiya deverê siyasetmedarekî xwedî ezmûneke mezin e.
Serokê Partiya Pêşerojê û Serokwezîrê Berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo Kurdistan24ê kêfxweşiya xwe ji bo serdana xwe ya Hewlêrê diyar kir û got: "Di dema du salên borî de ev cara çarê ye ku ez serdana Hewlêrê dikim, pêştir jî ez wekî serokwezîr û wezîrê derve gelek caran hatime, ji ber wê yekê ez herdem xwe wekî Ahmet Erbilî bi nav dikim."
Li ser civînên xwe yên ligel berpirsên bilindên Herêma Kurdistanê jî, Davutoglu da zanîn ku ew ligel Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyaye û Hoşyar Zêbarî jî di wê civînê de amade bûye. Herwesa got: "Di keşekî dostane de, me pêkve behsa pêşhatên deverê, bandorên şer û peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê kir."
Davutoglu wesfa pêgeha Serok Barzanî kir û ragihand: "Serok Barzanî ne tenê li Herêma Kurdistanê û Îraqê, belkî biezmûntirîn siyasetmedarê deverê ye, ji ber wê yekê min bi giringî ve guhdariya dîtinên wî kir û ew jî bi eynî awayî guhdarê dîtinên min bû."
Ji aliyekî din ve, Serokê Partiya Pêşerojê ronahî berda ser rewşa aloz a deverê û helwesta Hewlêr û Bexdayê bilind nirxand û got: "Îraq bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî nebûn parek ji şerê Îranê yê ligel Amerîka û Îsraîlê, ev biryareke hekîmane bû. Em naxwazin birayên me yên Kurd careke din rûbirûyî azaran bibin û bikevin nav şer, em naxwazin Kurd tûşî komkujî û Helebceyeke din bibin."
Di dawiya daxuyaniya xwe de jî, Davutoglu bi taybetî spasiya Kurdistan24ê kir ji bo dabînkirina derfeta wan danûstandinan û hêvî xwest ku Xudê Kurdistanê û tevahiya deverê ji xeteriyan biparêze.