Tirkiye û Siûdiyeyê li ser nûkirina Xeta Hesinî ya Hîcazê li hev kir

Xeta Hesinî ya Hîcazê dibe şûngira Tengava Hurmizê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneya Tirkiyeyê ragihand ku welatê wî û Erebistana Siûdî gihîştine qonaxeke dîrokî di peywendiyên lojîstîk û veguhastinê de, ku projeyeke stratejîk a nûkirina Xeta Hesinî ya Hîcazê û dirêjkirina wê heta Omanê vedigire, wekî rêyeka bazirganî ya cîhanî û şûngira Tengava Hurmizê.

Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneya Tirkiyeyê Abdulkadir Uraloglu îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026) eşkere kir ku wî ligel Wezîrê Veguhastinê yê Erebistana Siûdî Salih bin Nasir Casir çend yadaştên hevfêmkirinê di warên veguhastin, xetên hesinî û xizmetkariyên lojîstîk de îmze kirine.

Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneya Tirkiyeyê herwesa got: "Em dest bi qonaxeke nû dikin, ku lihevguhertina şarezayî û hevkariya teknîkî ji navendên lojîstîk bigire heta bernameyên modern zêdetir xurt dike."

Giringtirîn xala vê hevkariyê, plana Tirkiyeyê ye ji bo nûkirina xeta dîrokî ya "Hîcaz"ê û dirêjkirina wê heta welatê Omanê. Wezîrê Veguhastin û Jêrxaneya Tirkiyeyê tekez jî kir ku armanc ji vê projeyê avakirina rêyeka bazirganî ya cîhanî ye, da ku bibe şûngira Tengava Hurmizê, ku niha di nav aloziyên serbazî de dinalîne.

Uraloglu bal kişand ser wê yekê jî ku welatê wî bi hûrgilî çavdêriya rêyên “Sûriye-Urdun-Îraq”ê dike û got: "Du ceribandinên serkeftî yên veguhastinê ji Tirkiyeyê bo Îraqê û piştre bo Erebistana Siûdî hatine kirin, ku çespandin ev rê gelek guncayî û bikêrhatî ye."

Wezîrê Dervey ê Tirkiyeyê herwesa da zanîn ku qebareya veguhastinê di navbera her du welatan de berî sala 2012ê gihîştibû 20 hezar yekîneyan, û "herçend e ku niha ji ber rewşa deverê kêm bûye, lê armanca me ew e ku em hevkariyên xwe bigihînin asteke gelek bilindtir ji ya pêşîn."

Ev livîna dîplomatîk û aborî ya navbera Enqere û Riyadê di demekê de ye, ku metirsiyên li ser Tengava Hurmizê ji ber hevrikiyên navbera Amerîka û Îranê zêde bûne, û welatên deverê bizavê dikin ku rêya bejayî û xetên hesinî wekî şûngirek ji bo dabînkirina ewlehiya bazirganiyê bi kar bînin.