Trump: Îranê helîkoptereke Amerîkayê xistiye xwarê
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ragihand ku hêzên Îranê helîkoptereke serbazî ya pêşkeftî ya Amerîkayê li ser Tengava Hurmizê xistiye xwarê û tekez jî kir ku Waşinton dê bi neçarî bersiva vê êrîşê bide.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump îro (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026) li ser tora civakî ya “Truth”ê eşkere kir ku artêşa Amerîkayê ew agahdar kiriye ku şeva borî hêzên Îranê helîkoptereke "Apache"ê ya gelek pêşkeftî ya welatê wan hingaftiye, di demekê de ku mijûlî çavdêriyê bûye li ser Tengava Hurmizê.
Trump bal kişand ser wê yekê û got: "Du balafirvan di nav wê helîkopterê de bûn, her du jî bisilamet in û tu birîndariyeka wan nîne, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê bi neçarî bersiva vê êrîşê bide."
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî her îro di daxuyaniyekê de eşkere kir ku saet 07:33 ê duhî (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) danê êvarê li gorî dema Amerîkayê, hêzên wan du serbazên tîma helîkoptereke ji cûnê "AH-64 Apache"ê rizgar kirine, piştî ku di dema dewriyeyekê de li peravên deverê tûşî rûdanekê bûbû.
Di daxuyaniya CENTCOMê de herwesa hatiye xuyakirin ku ew serbaz di dema nêzîkî du saetan de hatine rizgarkirin û niha rewşa tenduristiya wan baş e.