Amerîkayê êrîş kir ser axa Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser fermaneke rasterast a Serokê Amerîkayê Donald Trump, firokeyên şer ên Amerîkayê çend bingehên serbazî û berevaniya esmanî li nav axa Îranê bombebaran kirin û Artêşa Pasdaran jî bi mûşek û dronan bersiv da.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) berbanga îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) ragihand; li ser fermana rasterast a Serok Donald Trump, wan dest bi weşandina gurzên serbazî li ser çend armancan di nav axa Îranê de kiriye. Amerîka van êrîşan wekî "berevankirina ji xwe" wesf dike.
Li gorî beyannameya CENTCOMê, firokeyên şer ên Hêza Esmanî û Hêza Deryayî ya Amerîkayê operasyonek kiriye û bi rêya bikaranîna teqemeniyên hûr çend cih li nêzîkî Tengava Hurmizê kirine armanc; di nav wan de sîstemên berevaniya esmanî ya Îranê, westgehên kontrola zemînî û radarên çavdêriya kenaraviyan.
CENTCOMê tekez jî kir ku ev bersivdaneke rêjeyî û hevseng bûye li beramberî xistina xwarê ya helîkoptereke Apache ya Amerîkî ji aliyê Îranê ve û herwesa li dijî êrîşên berdewam ên li ser keştiyên bazirganî di deverê de.
Ji aliyê xwe ve, medyayên fermî yên Îranê piştrast kiriye ku teqînên bihêz li parêzgeha Hurmizganê, Bendera Ebasê, girava Qişm û devera Sîrîkê rû dane. Televîzyona fermî ya Tehranê diyar kir ku êrîşan du embarên avê hingaftine û bûne sedema qutbûna ava vexwarinê li devera Bamaniyê.
Artêşa Pasdaran a Îranê jî ji aliyê xwe ve bi mûşekên balîstîk û dironan êrîşî bingehên Amerîkayê li Behreyn, Kuweyt û Urdunê kir. Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hişyarî da û got: "Em tu gefan bê bersiv nahêlin."
Berpirsekî Amerîkayî jî ji rojnameya “New York Times”ê re ragihand ku piraniya mûşek û dronên Îranê berî bigihin armancên xwe hatine teqandin. Li gorî nirxandinên destpêkê, tu zirarên canî di nav rêzên artêşa Amerîkayê de nînin û tu zirarên mezin jî negihîştine bingehên serbazî.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump duhî (Sêşem, 9ê Hezîrana 2026) li ser tora civakî ya “Truth”ê eşkere kir ku artêşa Amerîkayê ew agahdar kiriye ku şeva borî hêzên Îranê helîkoptereke "Apache"ê ya gelek pêşkeftî ya welatê wan hingaftiye, di demekê de ku mijûlî çavdêriyê bûye li ser Tengava Hurmizê.
Trump bal kişand ser wê yekê û got: "Du balafirvan di nav wê helîkopterê de bûn, her du jî bisilamet in û tu birîndariyeka wan nîne, lê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dê bi neçarî bersiva vê êrîşê bide."
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) jî her îro di daxuyaniyekê de eşkere kir ku saet 07:33 ê duhî (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) danê êvarê li gorî dema Amerîkayê, hêzên wan du serbazên tîma helîkoptereke ji cûnê "AH-64 Apache"ê rizgar kirine, piştî ku di dema dewriyeyekê de li peravên deverê tûşî rûdanekê bûbû.
Di daxuyaniya CENTCOMê de herwesa hatiye xuyakirin ku ew serbaz di dema nêzîkî du saetan de hatine rizgarkirin û niha rewşa tenduristiya wan baş e.