Encûmena Wezîran bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û sê tewerên stratejîk ên girêdayî peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, di nav de avakirina desteyeke bilind a hevahengiyê û çaresersekirina dosyeya petrolê, nîqaş kirin.

Fermangeha Medya û Zanyariyê belav kiriye ku Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) bi serperekitiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Ev civîn girêdayî nîqaşkirina li ser nexşerêyeke ji bo berdewamîdana bi danûstandinan li ser doseyên helawîstî yên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kabîneya wezarî ya nû ya Hikûmeta Federal e, ku tê de sê tewerên serekî tên nîqaşkirin:

1.     Pêşniyara avakirina desteyeke bilind a wezarî ya hevahengiya daîmî: Bi endamtiya wezîr û berpirsên peywendîdar ji her du hikûmetan.

2.     Doseya petrolê ligel Hikûmeta Federal: Nirxandina dawî berhem û encamên girêdayî vê dosyeyê û ncamên civîna dawiyê ya her du aliyan.

3.     Dahatên navxweyî û sîstema ASYCUDAyê: Berçavkirina xişteya dahatan û bandorên rewşa deverê, herwesa yekalîkirina dosyeya ASYCUDAyê û bandora wê li ser kêmkirina dahatên navxweyî li Herêma Kurdistanê.

Ev civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku kabîneya nû ya Hikûmeta Federal a Îraqê dest bi karên xwe kiriye û çend dosyeyên wekî petrol, budçe, mûçe û dahatên navxweyî di navbera Hewlêr û Bexdayê de hîn jî wekî pirsên helawîstî mane.

Ji aliyekî din ve, aloziyên serbazî û aborî yên dawiyê yên li Rojhilata Navîn, bi taybetî aloziyên dawiyê yên navbera Amerîka û Îranê li ser Tengava Hurmizê, bandoreke nerênî li ser tevgera bazirganî û dahatên navxweyî yên herêmê kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavê dike ku bi rêya nexşerêyeke nû û sîstemên modern ên mîna ASYCUDAyê, fezaya aborî û peywendiyên xwe yên ligel Bexdayê bixe ser rêyeka tena û daîmî.