Îranê peyameke tund arasteyî Waşinton û welatên Kendavê kir

Ebas Eraqçî
Ebas Eraqçî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê bi tundî êrîşên Amerîkayê şermezar kirin û hişyarî da welatên Kendavê ku eger axa wan li dijî Tehranê bê bikaranîn, ew dê wan deveran bikin armanc.

Wezareta Derve ya Îranê îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) di daxuyaniyekê de êrîşên serbazî yên Amerîkayê bi tundî şermezar kirin û ew wekî binpêkirina bingehên Neteweyên Yekbûyî û qanûnên wê yên navdewletî da zanîn.

Wezareta navborî hişyarî da welatên Kendavê, ku rêyê nedin Amerîka û Îsraîlê ku ax û esmanên wan ji bo êrîşkirina li ser Îranê bi kar bînin. Tekez jî kir ku Îran li ser lêdana wan deverên ku êrîş ji wan ve li dijî axa wê tên kirin dudil nabe, û daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî jî kir ku rola xwe bo parastina tenahiya deverê bilîze.

Ji aliyekî din ve jî, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê peyamek belav kir û tê de nivîsî: "Hêzên me tu gefan bê bersiv nahêlin."

Eraqçî destnîşan jî kir ku Amerîka tevî şikestinên xwe yên di meydana şer de, hîn jî dixwaze îradeya Îranê biceribîne. Wî hişyarî jî da ku dîroka Kendavê tije ye ji pend û dersan ji bo wan biyaniyanên ku bizava desttêwerdanê kiriye û rûbirûyî encamên giran bûne.