Erdogan: Êrîşên Îsraîlê li ser ewlehiya Tirkiyeyê gef in

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê hişyariyeke tund da Îsraîlê û ragihand ku êrîşên Netanyahu yên li ser Sûriye û Libnanê gihîştine astekê ku gefan li ewlehiya Tirkiyeyê dikin. Herwesa bêdengiya cîhanê ya li hember van êrîşan jî wekî dubarekirina karesata serdema Hitler bi nav kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Çarşem, 10ê Hezîrana 2026) tekez kir ku ew Şam û Beyrûtê wekî du bajarên bira yên Stenbolê diparêzin û destûrê nadin tu êrîşeke li dijî birayên xwe. Wî hişyarî jî da ku her destdirêjiyeke li ser mafên Tirkiyeyê û Tirkên Qibrisê bê kirin, dê bi bersiveke gelek tund re rûbirû bibe.

Serokkomarê Tirkiyeyê Îsraîl bi pêkanîna xwînîtirîn jenosîda dîrokê û têkdana tenahiya deverê bi rêya êrîşên li ser Îranê û dagirkirina Libnanê tohmetbar kir û got: "Netanyahu û tîma wî ya kujer li dû wehma 'axa sozpêdayî' ne, lê em qet rêyê nedin wan."

Li dawiyê jî, Erdogan rexne li bêdengiya civaka navdewletî girt û ragihand ku Netanyahu eynî wan karan dike yên ku Hitler dikirin û cîhan jî tenê temaşevan e; di demekê de ku bêdengiya li hember Hitler bû sedema mirina 80 mîlyon mirovan.

Ev daxuyaniyên tund ên Enqereyê di demekê de ne ku Rojhilata Navîn di nav agirê şerekî berfireh de dinale; piştî gurbûna şerê serbazî yê navbera Amerîka û Îranê li ser Tengava Hurmizê û aloziyên li Libnan û Sûriyeyê, Tirkiye bizavê dike ku sînorên ewlehiya xwe ya herêmî bikişîne û rêyê li ber her guhertinekê li Rojhilata Navîn bigire, bi taybetî li ser eniyên nêzîkî sînorên xwe û herêma Deryaya Spî (Qibris).