Mesrûr Barzanî mezintirîn û pêşkeftîtirîn navenda ciwanan vekir
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê navendeke nûjen û navdewletî ji bo ciwanan vekir, ku ji aliyê “Kurdistan Foundation”ê ve tê birêvebirin. Ev navend wekî projeyeke stratejîk, xizmetkariyên xwe di warên teknolojî û karsaziyê de belaş pêşkêşî ciwanan dike.
Di çarçoveya giringîdana berdewam a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi şiyanên ciwanan û peydakirina jîngeheke guncayî ji bo afirandinên wan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî mezintirîn û pêşkeftîtirîn navenda ciwanan li ser asta c'hanê vekir, ku ji aliyê “Kurdistan Foundation”ê ve xwedîtî û birêvebirina wê tê kirin.
Ev navenda nûjen, wekî projeyeke stratejîk û tevgir, dergeheke nû li pêşiya ciwanan vedike ji bo pêşxistina behre, fêrbûna şarezayiyên nû û çêkirina tora peywendiyên bihêz di navbera ciwanên afirîner de.
Ev navend bi sîstemeke navdewletî û bi bilindtirîn standardên cîhanî tê birêvebirin. Di heyama ceribandina xwe ya destpêkê de, wê kariye bala hejmareke pîvankî ya ciwanan bikşîne: niha xwediya van amaran e:
- Endam: Zêdetir ji hezar û 400 endaman.
- Serdanker: Di dema xebata xwe ya ceribandinê de, 129 hezar serdankerên wê hebûne.
- Çavkaniyên Zanistî: Pirtir ji 12 hezar pirtûkan di warên cihêreng de.
- Xerciya xizmetkariyan: Tevahiya xizmetkariyên navendê belaş (bêberamber) tên pêşkêşkirin.
Armanca serekî ya vê projeyê avakirina platformekê ye, daku ciwanên Herêma Kurdistanê bikarin tê de şiyanên xwe di warên teknolojî, karsazî, fêrbûn û pêşxistina pîşeyî de bilind bikin û pişkdariyeke bibandor di avakirina civakê de bikin.