Kurdistan24ê dest bi romala xwe ya mezin a ji bo Mondiyalê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Bendewariya hezkiriyên werzişê bi dawî bû. Kanala Kurdistan24 lîstikên Mondiyalê bi zimanê kurdî vediguhêze û xelatên giranbiha pêşkêş dike.

Kanala Kurdistan24ê amadekariyên xwe yên ji bo Kupa Cîhanê (Mondiyal) a 2026an temam kirin. Cara yekem e ku lîstikên Mondiyalê bi şîroveyên kurdî û bi kalîteyeke bilind di kanala "Kurdistan24 Documentary" de tên weşandin. Her wiha otomobîleke giranbiha û çendîn xelatên din ên mezin hatine amadekirin.

Bernameyên rojane yên Mondiyalê di Kurdistan24ê de:

Saet 09:30: Her roj serê sibê, hemû karvedan û mijarên "trend" ên medyaya civakî bi zindî ji kanala Kurdistan24 têne pêşkêşkirin.

Saet 13:30: Rojane bernameyeke taybet bi navê "Mêza Mondiyalê" tê pêşkêşkirin; tê de stêrk, alîgir û kesayetên navdar bersiva pirsan didin û xelatan dibin.

Saet 18:00 heta 19:00: Li Baxê Şar, kernevala herî mezin a Mondiyalê ya Kurdistan24ê bi mêvandariya kesayetiyan tê lidarxistin û alîgir jî beşdarî çelengan dibin.

Saet 21:00 heta 22:00: Şîrovekarên Kurdistan24 (Salar Celal, Rêkan Ezîz û Dijwar Rizgar) bi şêwazekî hûr, analîza taktîkî ya hemû tîmên neteweyî yên Mondiyalê dikin.

Saet 00:00 heta 01:00: Derengiya şevê, şîrovekarên Kurdistan24ê bo cara duyem di heman şevê de nîqaşên hûr û tund li ser lîstikan dikin.

Xelatên mezin ên Kurdistan24:

Kurdistan24 çelengek ragihandiye; her kesê ku di bin postên Kurdistan24ê de herî zêde binivîse "Mondiyala Kurdistan24ê", xelata otomobîleke ku ji aliyê kompanyaya Lalav ve hatiye amadekirin, werdigire.

Ji aliyekî din ve, Kurdistan24 rojane di medyaya civakî de çendîn pirsan ji hezkiriyên xwe dike. Beşdar dikarin her roj bibin xwediyê televîzyoneke kalîteya bilind ku ji aliyê kompanyaya Hisense ve tê pêşkêşkirin, bi şertê ku bersiv di beşa "comment" (şirove) de li bin postên Kurdistan24ê werin nivîsandin.

Veguhastina lîstikan bi zimanê şirîn ê kurdî:

Kurdistan24 cara yekem biryar da ku hemû lîstikên Mondiyala 2026an li ser kanala "Kurdistan24 Documentary" veguhezîne. Ev kanal li ser hemû amûrên weşana navxweyî (local) berdest e. Rojane şîrovekarên Kurdistan24 (Herêm Qeranawî, Vehêl Keleş û Şaho Wertî) lîstikên Mondiyalê şîrove dikin.