Îranê li Urdin, Kuweyt û Behreynê li baregehên Amerîkayê xist
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, wekî bersivdayîna êrişên Amerîkayê, wan baregehên serbazî yên Amerîkayê li Kuweyt, Behreyn û Urdinê amanc girtine. Artêşa Kuweytê jî ragihand ku sîstemên wan ên parastinê ketine dewrê.
Piştî êrişên asmanî yên Amerîkayê yên li ser axa Îranê, Supaya Pasdaran a Îranê bi diyar kir ku wan operasyoneke berfireh a mûşekî li dijî baregehên serbazî yên Amerîkayê li herêmê dest pê kiriye.
Bi 12 mûşekan li baregeha Ezreqê hat xistin
Supaya Pasdaran di daxuyaniya xwe de aşkere kir, ev operasyon bi armanca "sazadana destdirêjker" (Amerîkayê) hatiye lidarxistin. Diyar kri jî, wan bi 12 mûşekan navenda fermandarî û kontrolê ya li Baregeha Asmanî ya Ezreqê li Urdinê armanc girtine û derbeyên giran lê dan.
Armancên li Kuweyt û Behreynê hatine lêdan
Li gorî ajansa IRNAyê, di pêleke din a êrişan de, hêzên Îranê li baregehên "Elî Salim" û "Ehmed Cabir" ên li Kuweytê, 18 armancên giring ên artêşa Amerîkayê bi hûrbînî lê dane.
Her wiha hat ragihandin ku baregeha asmanî ya "Şêx Îsa" ya li Behreynê û navenda "Fîloya Pêncem" a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê jî bûne armanca mûşekên Îranê. Medyaya Îranê amaje bi wê kir ku di van êrişan de, ziyanên mezin gihîştine navendên serbazî yên Amerîkayê.
Li aliyê din, Serokatiya Erkanê ya Artêşa Kuweytê ragihand, sîstemên wan ên berevaniya asmanî rûbirûyî "çend armancên asmanî yên dijminane" bûne. Artêşa Kuweytê bang li welatiyan kir ku aram bin û tenê guh bidin daxuyaniyên fermî.
Ev pêla êrişan piştî wê yekê tê, serê sibê Amerîkayê ragihandibû ku wan li nava Îranê, li Tehran û derdora wê sîstemên berevaniya asmanî û navendên ragihandinê yên serbazî kirine armanc.