22 welatên cîhanê ji Îranê re: Êriş û gefên xwe yên li derveyî welat rawestînin

Navenda Nûçeyan (K24) – 22 welatên cîhanê, ku Amerîka û piraniya welatên Ewropayê jî di nav de ne, bi daxuyaniyeke hevpar daxwaz ji Îranê kirin ku dawî li êrişên li dijî kesayetên li ser axa wan bîne.

22 welatan bi daxuyaniyeke tund hişyarî da Komara Îslamî ya Îranê. Di daxuyaniyê de Îran tê tawanbarkirin ku saziyên wê yên ewlehiyê "bi şêwazekî şermezarane" bandên tawanbar ên navdewletî bikar tînin, da ku planên xwe yên li Ewropa, Amerîkaya Bakur û Awistralyayê pêk bînin.

Di daxuyaniya hevpar de hat diyarkirin, hewildanên kuştin, revandin, gef û çavtirsandina li dijî her kesekî li ser axa van welatan, binpêkirina serweriya neteweyî û yasayên navdewletî ye. Welatan daxwaz kir ku divê ev çalakî demildest bên rawestandin.

Li gorî daxuyaniyê, Saziya Hewalgiriya Supaya Pasdaran û Feyleqa Qudsê li pişt gelek planên kujer û kiryarên tundûtûjiyê ne. Her wiha grûpeke ser bi Îranê ve ya bi navê "Bizava Eshabul Yemîn" tê tawanbarkirin ku li Brîtanya, Belçîka û Hollandayê zincîreyek êriş pêk anîne û perestgehên Cihûyan şewitandine.

Awistralya di vê mijarê de yek ji wan welatan e ku helwesta herî tund nîşan daye. Hikûmeta Awistralyayê di Tebaxa sala borî de balyozê Îranê derkir û di meha Mijdarê de jî Supaya Pasdaran xist "lîsteya terorê". Ev biryara Awistralyayê piştî wê yekê hat ku Tehran bi şewitandina perestgehe û qehvehaneyekê li wî welatî hat tawanbarkirin.

Li hemberî van tawanbariyan, Wezareta Derve ya Îranê daxuyaniyek belav kir û got ku ev biryar û tawanbarî "bêbingeh" in. Tehranê diyar kir ku ev helwestên welatên rojavayî, li dijî urf û yasayên navneteweyî ne.

Ew 22 welatên ku daxuyaniya hevpar îmze kirine ev in: Amerîka, Brîtanya, Kanada, Fransa, Almanya, Awistralya, Belçîka, Norwêc, Swêd, Hollanda û çend welatên din ên Ewropî.