Hindistan: Ji ber êrişa Amerîkayê sê deryavanên me hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Keştiniyê ya Hindistanê ragihand, di encama êrişeke asmanî ya Amerîkayê li Kendava Omanê de, 3 deryavanên wan jiyana xwe ji dest dane. Hindistanê ji ber vê rûdanê bi fermî protestoyek pêşkêşî Washingtonê kir.

Aloziyeke dîplomatîk di navbera Hindistan û Amerîkayê de derket. Piştî ku 3 deryavanên Hindî di êrişeke asmanî ya Amerîkayê ya li ser keştiyeke petrolê de hatin kuştin, Hindistanê bertekeke tund nîşan da.

Li gorî ajansa Reutersê, Wezareta Derve ya Hindistanê ji bo nîşandana nerazîbûna xwe, banga Cîgirê Serokê Nîvîsgeha Dîplomatîk a Amerîkayê li New Delhiyê kir û êrişkirina ser keştiyên bazirganî û xistina xeteriyê ya jiyana sivîlan bi tundî şermezar kir.

Di êrişê de 3 deryavanên Hindî hatin kuştin, lê bi hewildanên tîmên rizgarkirinê yên Siltanatiya Omanê, 21 deryavanên din ên Hindî yên di nava keştiyê de bûn, hatin rizgarkirin.

CENTCOM: Keştiyê petrola Îranê vediguhast

Li aliyê din, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) derbarê êrişê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, firokeyên wan ên şer bi awayekî hûrbînî li odeya motora tankera bi navê "City Bello" xistine ku ala welatê Palauyê li ser bûye.

CENTCOMê sedema êrişê wiha rave kir: "Tîma keştiyê gelek caran hişyariyên me piştguh kirin. Ev keştî bi şikandina dorpêça deryayî û veguhastina petrola Îranê ya li herêmê dihat tawanbarkirin."