Ferîd Azad û hevalên wî rastî tundiya polîsan hatin û hatin binçavkirin
Diyarbekir (K24) – Berdevkê Tevgera Vejîn a Kurdistanê Ferîd Azad ê ku 2 roj berê hatibû girtin piştî îfadeyê serbest hatibû berdan, lê dema dixwest bi telefonê ber dadgehê video bikêşe rastî destêwerdana polîsan hat û di encamê de li gel hevalê xwe Faîq Teyran hat girtin.
Berdevkê Tevgera Vejîn a Kurdistanê Ferîd Azad di 9ê Hezîranê de ji mala xwe hatibû binçavkirin û sedema binçavkirinê jî parvekirinên medyaya civakî, xebatên belavkirina axaftina bi zimanê kurdî û redkirina leşkeriyê hatibû nîşandan û 3 endamên din ên Vejînê di heman rojê de hatibûn binçavkirin.
Piştî wergirtina îfadeya wan bi mercê girtina di mal de serbest hatibûn berdan, lê piştî serbest hatîn berdan ji ber ku xwestin li malbatên xwe bigerin û wêne bikêşin polîsan bi hênceta ku dîmenê dadgehê digirin rê li ber girtina video û kêşana vîdeoyê girtin.
Malbata Ferîd Azad da zanîn, polîsan sivikatî bi axaftina kurdî ya Ferîd Azad kirine û Ferîd Azad û hevalên wî rastî tundiya polîsan jî hatine . Li ser vê bûyerê careke din Ferîd Azad û hevalên wî hatin binçavkirin û di encamê de jî Ferîd Azad û Faîq Teyran hatin girtin û Mistefa Dilsoz û Mihemed Qetînî serbest hatin berdan.
Bûyerê di medyaya civakî de deng veda. Parêzer Sitqi Zîlan amaje kir ku Ferîd Azad û hevalên wî rastî bêhiquqiyek mezin hatine, bêbextî li wan hatiye kirin û beşek ji medyaya Tirkiyeyê bûyer berovajî kiriye û wisa belav kiriye. Ji aliyê hiquqnasên kurd ve rewşa Ferîd Azad û hevalên wî ji nêz ve tê şopandin û her wiha rexne li Baroya Diyarbekir jî hat kirin ku derbarê bûyerê de bêdeng maye.