Vegera xelkê bo gundan aboriya Dihokê geş dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Tê pêşbînîkirin ku îsal berhema birinc li parêzgeha Dihokê du qat zêde bibe. Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê parêzgehê aşkere kir, vegera xelkê bo gundan û hêsankariyên hikûmetê, bandoreke mezin li ser vejîna aboriyê kiriye.

Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Parêzgeha Dihokê Ehmed Cemîl îro 11ê Hezîranê ji bo Kurdistan24ê ragihand, îsal li seranserê parêzgehê nêzîkî 32 hezar donim zevî bi birinc hatine çandin.

Ehmed Cemîl destnîşan kir, li gorî par, îsal berhema birinc du qat zêde dibe û tê payîn ku bigihîje 40 hezar tonî. Cemîl sedemên vê zêdebûnê, barîna baranê ya bas, serkeftina projeyên nû yên avdanê û hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cotkaran.

Rêveberê Çandiniyê diyar kir, berhema îsal bi temamî têra pêwîstiyên navxweyî dike, lewma plan hene ku mîna salên borî, beşek jê hinardeyî bazarên Ewropayê bê kirin.

Ehmed Cemîl bal kişand ser kalîteya bilind a birincê deverê û got: "Sala borî me zêdetirî 100 ton birincê Kurdî hinardeyî Ewropayê kiribû. Ji ber kalîteya wê ya navdar, li Ewropayê daxwazeke mezin li ser heye û îsal em ê bireke hîn zêdetir bişînin."

Di heman demê de, Cemîl nerazîbûna xwe li hemberî astengiyên li pêşiya hinardekirina berheman bo parêzgehên navend û başûrê Iraqê anî ziman. Cemîl got, carinan rê li ber berhemên cotkarên Kurdistanê tê girtin, lê tevî vê yekê jî sala borî 289 hezar ton berhemên cuda şandine başûrê Iraqê.

Yek ji mijarên herî giring ku berpirsê çandiniyê li ser sekinî, diyardeya vegera welatiyan ji bajêr bo gundan e. Cemîl destnîşan kir ku bi saya piştgirî û projeyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, beşeke mezin a welatiyan vegeriyane ser karê çandiniyê.

Cemîl tekez kir, ev vegera bo gundan bi rêjeya %40 bandorê li ser vejîna aboriya parêzgeha Dihokê dike. Hikûmet bi avakirina kargehên navxweyî û peydakirina bazarên derve, hewl dide berhemên cotkarên Kurd mîna birinc, simaq, kartol, sêv û tirî bi cîhanê bide naskirin.