Werzê dirûna genim li Kurdistanê dest pê kir lê Bexda beşeke kêm werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Li deştên Herêma Kurdistanê û bi taybetî li Deşta Şemamkê, werzê dirûna genim dest pê kir. Tevî ku cotkar ji berhema îsal kêfxweş in, lê xema wan a herî mezin "kotaya" Bexdayê ye ku naxwaze hemû genimê Kurdistanê werbigire.

Her çendî werzê dirûnê dest pê kiriye jî, lê heta niha sayloyên hikûmetê deriyên xwe li ber berhemên cotkaran venekirine. Tê payîn saylo piştî 12ê Hezîranê dest bi wergirtina genim bikin. 

Cotkarê bi navê Delîr Elî, ku li Deşta Şemamkê genim çandiye, derbarê zehmetiyên xwe de dibêje: "Ez îsal li 40 donim erdî genim çandiye û ez li benda zêdetirî 40 ton berhem im. Lê metirsiya me ew e ku Bexda tenê beşekî pir kêm ji me werbigire. Heger hikûmet genimê me wernegire, em neçar dimînin ku bi nirxekî pir erzan li bazarê bifroşin û ev jî zirarên mezin dide me. Bexda di navbera parêzgehên Iraqê û yên Kurdistanê de cudahiyê dike."

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê li Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil diyar kir ku wan hemû amadekariyên xwe temam kirine, lê Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê sînorek daniye. 

Newzad Şêx Kamil dibêje: "Bexdayê ji bo Herêma Kurdistanê 400 hezar ton kota diyar kiriye. Ji vê rêjeyê 290 hezar ton di nava planê de ye ku her tonek bi 700 hezar dînarî tê wergirtin, 110 hezar ton jî li derveyî planê ye ku bi 500 hezar dînarî tê wergirtin. Lê li gorî pêşbîniyên me, îsal dê nêzîkî 2 milyon ton genim li Kurdistanê were berhemanîn."

Newzad Şêx Kamil her wiha da zanîn ku hewildanên wan bi hikûmeta federal re berdewam dikin, da ku ev birê hanê yê diyarkirî were zêdekirin. 

Pisporên aboriyê û cotkar tekez dikin ku ev kotaya ji aliyê Bexdayê ve hatiye danîn, tenê beşekî pir kêm ê berhema îsal werdigire. Heger Bexda kotayê zêde neke, bi sedhezaran ton genim di destê cotkaran de dimîne û ew ê neçar bibin berhemên xwe bi nirxê herî erzan radestî bazirganên bazara reş bikin.