Li Amêdiyê rûberê çandina birinc berfireh dibe

Dihok (K24) – Li gundê Guherzê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve, cotkaran bi hêviyeke mezin dest bi werzê çandina birinc û kuncî kirin. Barîna zêde ya baranê û projeyên hikûmetê yên avdanê rûyê cotkarên herêmê geş kiriye.

Cotkarên gundê Guherzê, ku bi birincê xwe yê bi nav û deng têne nasîn, îsal ji ber zêdebûna jêderên avê bi coşeke mezin li zeviyên xwe vegeriyan. 

Mihemmed Salih, ku li gundê Guherzê cotkariyê dike, ji Kurdistan24ê re ragihand, barîna zêde ya berf û baranê ya Zivistana borî, bûye sedem ku çavkaniyên avê pir bibin. Salih got: "Salên borî em bi pirsgirêka kêmaviyê re rû bi rû bûn, lê îsal rewş pir baştir e û me rûberên berfirehtir çandine."

Ehmed Guherzî, cotkarekî din ê herêmê ye, diyar kir ku ew niha mijûlî çandina birincê cureyê "Rîtek" û "Şeşmangî" ne. Ev her du cure li bazarên Kurdistanê daxwazeke zêde li ser wan heye û bi tam û bêhna xwe ya taybet têne naskirin. 

Herwiha Guherzî bal kişand ser piştgiriya hikûmetê û got: "Heke hikûmet projeyên cokên avdanê zêde bike, em dikarin berhemên xwe bişînin bajarên din ên Kurdistanê jî."

Rêveberê Çandiniya Amêdiyê Hekar Hemîd ji Kurdistan24ê re eşkere kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo birêkûpêkkirina avê, gelek projeyên cokên betonî li herêmê cîbicî kirine. Hemîd destnîşan kir, ev projeyên nû bûne sedem ku cotkar bi dilgermî vegerin ser axa xwe û karên çandiniyê berfirehtir bikin.

Li gorî amarên fermî, li sînorê parêzgeha Dihokê zêdetirî 32 hezar donim zevî bi birinc tên çandin. Tê pêşbînîkirin ku îsal asta berhemanîna birinc li herêmê, beramberî pênc salên borî, bigihîje asta herî bilind. Ev yek ne tenê ji bo cotkaran, lê ji bo aboriya herêmî û dabînkirina berhemên navxweyî jî wekî geşedaneke girîng tê dîtin.