Besnîk Hasî bû rahênerê Amedsporê

Diyarbekir (K24) – Amedsporê bo serdema nû  bi rahêner Besnîk Hasî re girêbestek bo 2 salan îmze kir. Rahênerê ku ji Arnavutlukê ye amaje kir ew pê bawer e ku dê di pêşerojê de Amedspor serkeftinên girîng bi dest bixe.

Ji Amedspora ku ev demeke li rahênerekî digere ragihand ku wan bi rahêner Besnîk Hasî re li hev kirine. 

Serokê Amedsporê Nahît Eren û rahênerê nû Besnîk Hasî li navenda Amedsporê ya Şehmus Ozer bi rêrismekê girebestek îmze kirin. 

Hat ragihandin ku girêbest bo 2 salan e. Besnîk Hasî jî amaje kir ku baweriya wî bi paşeroja Amedsporê heye ku dê serkeftî be.

Besnîk Hasî 54 salî ye û beriya were Amedsporê rahêneriya tîma Belçîkayê Anderletê dikir ku navbera salên 2000-2006ê de di heman tîmê de di qada bergiriyê de lîstikvanî jî kiriye. Besnîk Hasî heta niha di tîmên wek  Legîa Varşova, Olympîakos, Al Raed, Al-Ahlî û Mechelen de rahênerî kiriye.