Trump: Îşev em ê derbeyeke pir bi bandor li Îranê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyameke nû de gefa desteserkirina Girava Xargê û navendên petrolê yên Îranê xwar. Trump her wiha got ku hêza serbazî ya Îranê bi temamî hatiye têkbirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro 11ê Hezîrana 2026an li ser hesabê xwe yê taybet ê tora civakî "Truth Social" peyamek belav kir û daxuyaniyên tund li dijî Îranê dan. Trump ragihand ku Amerîka dê "derbeyeke pir bi bandor" li Îranê bixe.

Trump di peyama xwe de got ku şiyana serbazî ya Îranê hatiye pûçkirin û wiha got: "Hêza deryayî, hêza asmanî, sîstemên radarê, parastina li dijî firokeyan û hemû cureyên din ên parastina Îranê, li gel piraniya şiyanên wan ên êrişbirinê, jinav çûne."

Serokê Amerîkayê derbarê armancên xwe yên dahatû de eşkere kir ku di demeke nêz de Amerîka dê dest bi ser Girava Xargê û navendên din ên jêrxana petrolê ya Îranê de bigire.

Herwiha Trump got: "Amerîka dê heman karê ku li Venezuelayê kiribû, li vir jî bike. Çunkî ew gav hem bo Venezuelayê û hem jî bo Amerîkayê pir serkeftî bû û encamên baş da."