Pêvajoya Aştiyê aramî bo havîngehên Amêdiyê vegerandiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Aramiyê jiyan bo havîngehên Amêdiyê vegerand. Havîngehên sînorê nahiyeya Çemankê li bin sîbera aramiyê da ji geştiyar û welatiyan tije bûne. Ev di demekê da ye ku pêştir ji ber metirsiya şerê di navbera artêşa Tirkiye û PKKê da, ev cih bi temamî çol bûbûn û xelk ji ciwaniya wan bêpar bûbûn, lê niha aramî bûye mêvanê herdemî yê van havîngehan.

Emîr Mihemed, ku yek geştiyaran e, dibêje: "Bi rastî em gelek keyfxweş in ku careka dî aramî bo van havîngehan vegeriya, berî niha me nedişiya bê xem qesta Spîndarê û van deveran bikin ji ber metirsiyên şerî, lê evro wek dibînin keşûhewa aram e û em ligel malbatên xwe bi dilekê xweş hatine vê derê."

Geştiyariyarekê dî jî bi navê Cewad Îbrahîm dibêje: "Xwezaya Amêdiyê û nahiyeya Çemankê bê wêne ye, xweştirîn tişt li vê derê ev aramî ye, ku rê xweş dike geştiyar ji hemî deveran bê xem qesta binarê çiyayan bikin û mifa ji vê keşûhewayê ciwan wergirin."

Aştiyê aramî li dû xwe anî û jiyara xelkê deverê jî veguhast, dergehên kar û rizqî li hember welatiyan vebûn û havîngehên wan bûne navenda geştiyaran. Ev bo xelkê gundên sînorî werçerxaneka mezin e, ku ew gelek sal bûn ji vê bizava aborî û geştiyarî bêpar bûbûn.

Karzan Spîndarî, ku xwedanê cihekê geştiyarî ye, dibêje: "Şerî karê me bi temamî rawestandibû û havîngehên me çol bûbûn, lê ev aramî bûye werçerxaneka mezin bo me. Nuke havîngeh ji geştiyaran tije bûne û vê yekê dergehên rizqî li hember me û gencên gundî vekirine û em gelek razî ne."

Li sînorê qezaya Amêdiyê 251 havîngeh û cihên geştûguzarî hene, pêştir ji ber şerê li deverê pitiriya van cihan hatibûn girtin.

Nemana şerê sepandî yê di navbera leşkerê Tirkiye û PKKê da li vê deverê velivîn xistiye sêkterê geştiyariyê li parêzgeha Dihokê bi taybet li cihên geştiyarî yên çiyayî ku pêştir metirsî li ser hebû niha pirî geştiyar bûne.