Serokê Şaredariya Silivriyê ya Stenbolê hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi tohmeta "gendeliyê û avakirina rêxistina tawankariyê", Serokê Şaredariya Silivriyê û 16 kesên din ji aliyê polîsên Stenbolê ve hatin desteserkirin. Serdozgeriya Giştî ya Silivriyê ragihand ku tenê di karûbarên firotina zeviyan de zêdetirî 21 milyon lîreyan zirar gihîştiye serweta giştî, û Serokê Şaredariyê Bora Balcioglu jî, ku girêdayî CHPê ye, wekî serokê wê rêxistinê hatiye tohmetbarkirin.

Dozgeriya Giştî li Silivriyê îro (În, 12ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku lêkolînên wan derxistiye holê ku hejmareke kar û rêkarên nav şaredariyê ji bo armanca destkeftiyên taybet hatine bikaranîn. Rêkarên neqanûnî warên wekî damezrandina karmendan, guhertina xwedîtiyê û bikirêdanê, moleta avakirina, rêgirtina li biryara morkirina avahiyan, xwecihbûna neqanûnî û firotina milk û malên şaredariyê vedigirin.

Li gorî raporta şarezayên darayî, zeviyeke şaredariyê, ku wekî cihê park û keskatiyê hatibû tomarkirin, bi nirxekî pir kêm hatiye firotin. Ev yek jî bûye sedema çêbûna zirara 21 milyon û 522 hezar û 717 lîreyan di serweta giştî de.

Li ser bingeha van belgeyan, dozgeriya giştî bi tohmeta "avakirina rêxistinê ji bo kirina tawanan û birêvebirina wan", "endamtiya di rêxistina neqanûnî de", "wergirtin û dana bertîlan", "xirab-bikaranîna desthilatê", "sextekarî di tenderan de" û "spîkirina pereyan" lêkolîn daye destpêkirin.

Dozgeriya giştî amaje jî daye ku gumaneke bihêz heye ku ev kar di çarçoveya rêxistineke tawankarî de hatibin kirin, ku tê de Serokê Şaredariya Silivriyê Bora Balcioglu wekî damezrîner û rêveberê wê rêxistinê hatiye destnîşankirin û ligel gumanbarên din desthilata şaredariyê ji bo berjewendiyên neqanûnî bi kar aniye.

Di operasyoneke hevdem de, ku ji aliyê tîmên Rêveberiya Rûbirûbûna Tawanên Darayî yên Polîsên Stenbolê ve hat kirin, 17 gumanbar hatin desteserkirin ku serokê şaredariyê jî di nav wan de ye. Hevdem hêzên polîsan jî pişkinîneke hûr di nav avahiya Şaredariya Silivriyê de kir.

Piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024ê, zextên li ser şaredariyên Partiya Komarî ya Gel (CHP) zêde bûne, bi rengekî ku ji nav 32 şaredariyên parêzgehan ên ku wê partiyê di hilbijartinan de wergirtine, di 6 şaredariyan de operasyon hatine kirin û heta niha 26 serokên şaredariyên girêdayî CHPê hatine girtin.

Ev rewş li Stenbolê dijwartir bûye; ji nav 26 şaredariyên wî bajarî ku CHPê wergirtine, 11 serokên şaredariyan hatine girtin, di du şaredariyan de qeyûm hatine danîn û sê şaredariyên din jî vegeriyane bin desthilata Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî).

Di berdewamiya van kampanyayan de jî, vê sibehê (Pêncşem, 12ê Hezîrana 2026ê), Serokê Şaredariya Silivriyê Bora Balcioglu wekî nûtirîn serokê şaredariyê hat desteserkirin.