Karayilan: Hindî Ocalan di zindanê de be, piroseya aştiyê serkeftî nabe

Navenda Nûçeyan (K24) - Endamê Serkirdetiya PKKyê Murat Karayilan tekez kir ku bêyî azadkirina Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û nasandina navê gelê Kurd di destûra Tirkiyeyê de, tu piroseyên aştiyê bi ser nakevin.

Endamê Serkirdetiya PKKyê Murat Karayilan di peyameke vîdyoyî de li ser destpêkirina piroseya aştiyê li Tirkiyeyê ragihand: "Pêdivî ye wekî çawa bi awayê devkî hebûna gelê Kurd hatiye qebûlkirin, bi awayê nivîskî jî bikeve nav qanûna bingehîn a komarê. Di qanûnên niha yên Tirkiyeyê de Kurd nînin; eger bi rastî li dû aştiyê digerin, divê hebûna Kurdan bibe qanûnî."

Li ser rola Rêberê PKKyê yê zindankirî Abdullah Ocalan, Karayilan diyar kir ku divê her bizavekê encam hebe û tekez kir: "Hindî ku Ocalan di zindanê de be, ev pirose bi rê ve naçe. Divê ew bi xwe serperştiya vê piroseyê bike û ji bo vê yekê jî divê bê azadkirin."

Karayilan di peyama xwe de bal kişand ser pirsa çekdanîna PKKyê û got: "Biryara kongreya 12ê ya PKKyê ne ew e ku em dê çekan danin, belkî me got em stratejiya têkoşîna çekdarî radewestînin. Ji bo pirsa çekdanînê, divê Ocalan bi xwe piroseyê bi rê ve bibe yan jî azad be.

Wî endamê serkirdetiya PKKyê rexne li helwesta hikûmeta Tirkiyeyê girt û ragihand “Nabe ku tenê bibêjin bila PKK çekan dane û di ser her tiştî re baz bidin. Ev ne karekî asayî ye, ji bo ku aştî di navbera gelê Kurd û dewleta Tirk de çê bibe û biratiya gelan pêşve biçe, berî her tiştî divê Ocalan azad bibe.'"

Murat Karayilan di dawiya axaftina xwe de jî tekez kir ku wan di awayê serederîkirina ligel pirsa çareseriyê de guhertin kirine û daxwaz kir ku hemî bizav ji bo çarçoveyeke qanûnî bin, ku mafên gelê Kurd tê de parastî bin."

Seroka Fraksiyona Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Gülüstan Kılıç Koçyiğit jî duhî (Pêncşem, 11ê Hezîrana 2026ê) di kongreyeke rojnamevaniyê de li Parlamena Tirkiyeyê ragihand: "Tirkiye di qonaxeke pir hestyar de ye û piroseya aştiyê û avakirina civakeke demokratîk pêdivîtî bi çarçoveyeke qanûnî heye."

Gülüstanê tekez jî kir ku parlamen navenda serekî ya çareseriyê ye û got: "Berî ku parlamen biçe bêhnvedana qanûnî, divê ew qanûna ku wekî 'qanûna çarçoveyê', yan wekî Ocalan nav lê kiriye 'qanûna xaneyên bingehîn', pêşkêşî parlamenê bê kirin û bi lez bê pejirandina, daku wê piroseyê garantiyeke qanûnî hebe."