Al-Monitor: Tom Barrack serdana Hewlêr û Bexdayê dike

Tom Barrack
Tom Barrack

Navenda Nûçeyan (K24) - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriye û Îraqê Tom Barrack serdana Hewlêr û Bexdayê dike, daku ji bo çekdanîna milîsên girêdayî Îranê û dîtina rêyên nû yên bazirganiyê zextê bixe ser Bexdayê.

Malpera nûçeyan a "Al-Monitor"ê îro (În, 12ê Hezîrana 2026ê) raportek belav kiriye û tê de eşkere kiriye ku biryar e li roja Duşemê ya hefteya bê, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Sûriye û Îraqê Tom Barrack li Bexdayê ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û berpirsên bilind bicive. Li gorî çavkaniyan, Barrack dê daxwaza hilweşandin û çekdanîna wan milîsan bike, yên ku di meha Nîsana borî de êrîşî dîplomatên Amerîkayî kiribûn.

Li gorî wê raportê, roja Sêşemê Nûnerê Trump digihîje Hewlêrê û ligel Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive. Yek ji pêşhatên herî giring jî ew e ku tê çaverêkirin Barrack li Hewlêrê ligel Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî bicive.

Vê malperê bal kişandiye ser wê yekê jî ku ev serdan di demeke hestyar de ye; ji ber aloziyên Tengava Hurmizê û rênimayên Amerîkayê, hinardekirina petrola Îraqê ji 3.3 milyon bermîlan bo tenê 600 hezar bermîlan di rojekê de daketiye. Barrack bizavê dike ku Îraqê ber bi hevkariya enerjî û bazirganiyê ya ligel Tirkiye û Sûriyeyê ve bibe, daku girêdayîbûna wê ya bi Îranê re kêm bibe.

Al-Monitorê diyar jî kiriye ku tevî ku hêzên girêdayî Muqteda Sedir û hinek komên mîna "Esaîb Ehlî Heq" amadebûna xwe ji bo radestkirina çekan nîşan daye jî, lê çavdêr bi guman li vê pêngavê dinêrin û wesa difikirin ku taktîkeke Îranê be ji bo kêmkirina zextan di dema danûstandinên atomî de.

Tom Barrack berî geşta xwe ligel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan civiyaye, daku Îraqê ji bin bandora Tehranê derbixe berî ku hêzên Amerîkayê di meha Îlona bê de bi temamî ji Îraqê vekişin.