Sayloya Hewlêrê: Radestkirina genim bo sayloyan dê bi awayekî elektronîk be
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Bazirganiya Dexlûdanê ya Hewlêrê, wekî amadekariya wergirtina genimê cotkaran, sîstemeke nû ya "nûreya elektronîk" ragihand. Cotkar neçar in berî radestkirina berhema xwe, bi rêya sîstemê navê xwe tomar bikin.
Rêveberiya Bazirganiya Dexlûdanê ya Hewlêrê, bi daxuyaniyekê merc û rênimayên nû yên radestkirina genim ji bo sala 2026an aşkere kirin. Li gorî sîstema nû, îsal radestkirina genim bo sayloyan bi awayekî dîjîtal tê birêvebirin.
Rêveberiyê daxwaz ji cotkaran kir ku berî genimê xwe ber bi sayloyan ve bişînin, bi rêya lînkeke taybet navê xwe tomar bikin û roja radestkirinê diyar bikin.
Merc û rênimayên sereke yên sîstema nû:
- Bêyî tomarkirina nav di sîstema elektronîk de, berhema ti cotkarekî nayê wergirtin.
- Divê cotkar di wê roja ku sîstemê jê re diyar kiriye de, li ber sayloyê amade be. Ger cotkar di roja xwe de neçe, dora wî dişewite û divê ji nû ve navê xwe tomar bike.
- Divê cotkar zanyariyên xwe bi hûrbînî tomar bikin. Her xeletiyek di zanyariyan de bibe sedem ku rê neyê dayîn barhilgir bikeve hundirê sayloyê.
- Piştî tomarkirina serkeftî, dê kurtepeyveke (SMS) piştrastkirinê ji bo hejmara mobîla cotkar bê şandin.
Armanc: Rêkxistin û kêmkirina qelebalixiyê
Rêveberiya Bazirganiya Dexlûdanê ya Hewlêrê destnîşan kir ku armanc ji vê pêngavê rêkxistina pêvajoya wergirtina genim, kêmkirina qelebalixiya li ber sayloyan û parastina mafê cotkaran e da ku demeke dirêj di nûreyan de nemînin.