Bi biryara Mesrûr Barzanî tevahiya genimê cotkaran tê wergirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Herêma Kurdistanê pêvajoya wergirtina genimê cotkaran dest pê kir. Îsal ji bo kêmkirina qerebalixiya li ber sayloyan, sîstema nûreya elektronîk tê bikaranîn.

Rêveberê Bazirganiya Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamil ji Kurdistan24ê re ragihand, ji bo sala 2026an, 400 hezar ton genim ji cotkaran tê wergirtin. Şêx Kamil diyar kir ku ew hewl didin ew birê genimê ku ji kotayê zêdetir dimîne, bi rêya kerta taybet bê wergirtin û ji bo vê armancê jî bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê komîteyeke taybet hatiye avakirin.

Dabeşkirina kotayê li ser parêzgehan

Li gorî plana wezareta bazirganiyê, 400 hezar ton genimê ku ji aliyê Bexdayê ve hatiye diyarkirin, bi vî rengî li ser parêzgehan hatiye dabeşkirin:

- Silêmanî: 150 hezar û 209 ton.

- Hewlêr: 122 hezar û 680 ton.

- Dihok: 116 hezar û 83 ton.

- Helebce: 11 hezar û 28 ton.

Nirxê genim

Pêvajoya wergirtina genim îsal bi du nirxên cuda birêve diçe:

- Di çarçoveya planê de: 292 hezar ton genim, her tonek bi 700 hezar dînarî tê wergirtin.

- Li derveyî planê: 108 hezar ton genim, her tonek bi 500 hezar dînarî tê wergirtin.

Sîstema dîjîtal 

Rêveberiya Bazirganiyê da xuyakirin ku ji bo rê li ber qerebalixiya sayloyan bê girtin, cotkar neçar in berî radestkirinê bi rêya komîteyeke taybet navê xwe tomar bikin û dora xwe bi awayekî elektronîk wergirin.

Merc û rênimayên sereke yên sîstema nû:

- Bêyî tomarkirina nav di sîstema elektronîk de, berhema ti cotkarekî nayê wergirtin.

- Divê cotkar di wê roja ku sîstemê jê re diyar kiriye de, li ber sayloyê amade be. Ger cotkar di roja xwe de neçe, dora wî dişewite û divê ji nû ve navê xwe tomar bike.

- Divê cotkar zanyariyên xwe bi hûrbînî tomar bikin. Her xeletiyek di zanyariyan de bibe sedem ku rê neyê dayîn barhilgir bikeve hundirê sayloyê.

- Piştî tomarkirina serkeftî, dê kurtepeyveke (SMS) piştrastkirinê ji bo hejmara mobîla cotkar bê şandin.

Armanc: Rêkxistin û kêmkirina qelebalixiyê

Rêveberiya Bazirganiya Dexlûdanê ya Hewlêrê destnîşan kir ku armanc ji vê pêngavê rêkxistina pêvajoya wergirtina genim, kêmkirina qelebalixiya li ber sayloyan û parastina mafê cotkaran e da ku demeke dirêj di nûreyan de nemînin.