Axios: Netanyahu bi nêzîkbûna rêkeftina Amerîka û Îranê ‘şok’ bûye
Navenda Nûçeyan (K24) – Malpera "Axios" a Amerîkî aşkere kir, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji ber nûçeya nêzîkbûna rêkeftina di navbera Washington û Tehranê de mat maye û nîgeraniya xwe derbarê bernameya atomî ya Îranê de aniye ziman.
Malpera Axios ji zarê berpirsekî bilind ê Amerîkayê veguhestiye ku di peywendiyeke telefonî ya vê dawiyê de, Benjamin Netanyahu ne li benda gaveke wiha bûye. Li gorî raporê, gava Netanyahu pê hesiyaye ku Washington û Tehran pir nêzî îmzekirina rêkeftineke nû ne, "şok" bûye.
Heman berpirsî diyar kiriye, sedema sereke ya nîgeraniya Îsraîlê ew e ku ev rêkeftin nebe sedema wê yekê ku Îran bi awayekî rastîn û bingehîn dest ji xwestekên xwe yên atomî berde. Îsraîl ditirse ku bi rakirina dorpêçan, Tehran hîn bihêztir bibe û di bin navê rêkeftinê de bernameya xwe ya atomî berdewam bike.
Tevî van nîgeraniyan jî, rayedarên Îsraîlê baweriya xwe bi Donald Trump anîne ku ew ê rêkeftineke "guncayî" îmze bike û metirsiyên hevpar ên Îsraîl û Amerîkayê li ber çavan bigire.
Ev peywendiya telefonî di demekê de ye ku gotûbêjên navbera Washington û Tehranê gihîştine qonaxeke pir pêşketî. Donald Trump berî niha destnîşan kiribû ku rêkeftina ku ew ê bi Îranê re bikin, ji bo aramiya herêmê pir giring e û gotibû: "Dema wê hatiye ku dawî li girjî û aloziyan bê."
Armanca sereke ya Washingtonê di vê qonaxê de ew e ku agirbesteke 60 rojan bê ragihandin. Bi vê agirbestê re Amerîka dixwaze alozî bên sekinandin, da ku her du alî li ser maseyê dest bi gotûbêjên giştgir û berfireh li ser hemû dosyeyên nakok bikin.