Mala Kultûrî ya Eheyê Kirno: Bîra zindî ya bajarê Silêmaniyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Xaniyekî kevin ê li bajarê Silêmaniyê ku temenê wî zêdetirî 110 salî ye, bûye navendeke giring a çandî û hunerî. Ev xanî ku wekî "Mala Eheyê Kirno" tê naskirin, îro mîrateya sedsala borî ya bajêr diparêze û pêşwaziya sedan geştiyaran dike.
Di dilê bajarê Silêmaniyê de xaniyekî kevirî û herî heye ku her kuncikekî wî behsa dîroka bajêr û kesayetiyên wê yên navdar dike. Ev xanî yê Eheyê Kirno ye; ew kesayetiya ku di dîroka civakî ya Silêmaniyê de bi henekan û nermîniya xwe ya di axaftinê de dihat naskirin.
Berpirsê Mala Keltûrî ya Eheyê Kirno, Cezayê Saz, diyar kir ku ev xanî beriya ku were nûjenkirin, di rewşeke pir xirab de bû û wekî kavilekê dihat bikaranîn. Piştî xebatên nûjenkirinê, ev cihê dîrokî ji kavilbûnê hat rizgarkirin û veguherî mûzeyeke kiltûrî.
Cezayê Saz bal kişand ser dîroka xanî û got: "Ev xanî berê mîna otêlekê yan xanekê bû; di nav de 13 heta 14 malbat bi hev re dijiyan. Me xwest em vê ruhê hevpar û kultûrê kevin ê Silêmaniyê di vir de zindî bihêlin."
Di nava xênî de, bi sedan wêneyên kesayetiyên navdar ên Silêmaniyê, rîsipî û hunermendan hatine bicihkirin. Her wiha alavên kevin ên mîna semawer, amûrên muzîkê yên klasîk û kincên falklorî yên Kurdî tên nîşandan. Ev hemû dibin sedem ku serdanker wekî ku di dema borî de derkevin rêwîtiyekê.
Mala Eheyê Kirno îro tenê ne mûzeyek e, lê bûye navendeke aktîf a çandî. Cezayê Saz diyar kir ku rojane di navbera 300 heta 500 kesan de serdana xanî dikin. Di heman demê de, li vî xanî sîminar, civînên hunerî û çalakiyên girêdayî bîranînên neteweyî û çandî tên lidarxistin.
Ev navenda kultûrî wekî pêngaveke giring tê dîtin bo parastina nasnameya bajarê Silêmaniyê û veguhastina dîrokê bo nifşên nû.