PDKê li ser rewşa siyasî û peywendiyên bi Bexdayê re civîneke berfireh pêk anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serperştiya Serok Barzanî, Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) civîneke berfireh pêk anî. Di civînê de geşedanên siyasî, encamên şerê Amerîka û Îranê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û destpêşxeriya Serok Barzanî ya ji bo navxweya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Bi serperştiya Serok Barzanî û bi amadebûna cîgirên serok û endamên Komîteya Navendî, Partiya Demokrat a Kurdistanê îro Şemiyê 13ê Hezîrana 2026an, civîna xwe ya berfireh li dar xist.

Tekstê daxuyaniya Komîteya Navendî ya PDK

Bi serperştiya Cenabê Serok Mesûd Barzanî, Komîteya Navendî ya partiya me, bi amadebûna birêzên cîgirên serok, hevalên endamên Komîteya Navendî û berpirsên liqan, îro şemî 13ê Hezîrana 2026an, civîneke berfireh li dar xist.

Civîn piştî bîskek rawestana ji bo rêzgirtina li giyanê pak ê şehîdên Kurdistanê û li serê wan Barzaniyê Nemir û Kak Îdrîsê herdem di bîran de, komek babetên siyasî, rûdan û guhertin, peywendî û karûbarên navxwe yên partiya me xistin rojeva gotûbêj û pevguhertina ramanan; her wiha ji bo wan babetên ku pêwîst bû, biryar hatin girtin.

Tewera Yekem/ Rewşa Giştî:

Di vê tewerê de, ronahî hate xistin ser şerê navbera Amerîka û Komara Îslamî ya Îranê, ku ji dawiya meha Sibata îsal ve dest pê kiriye. Bandor û encamên wî şerî li ser Iraqê bi giştî û Herêma Kurdistanê bi taybetî hatin nirxandin, ku di gelek waran de ziyan gihandiye Iraq û Kurdistanê. Tevî ku Herêma Kurdistanê ne parçeyek ji wî şerî bûye, lê mixabin heta niha jî ku şer hatiye ragirtin, êrîşên mûşekî û dronî bo ser Herêma Kurdistanê nehatine rawestandin. Di encama van êrîşan de ziyaneke mezin çêbûye û bi dehan kes bi neheqî şehîd û birîndar bûne. Ji bilî ziyanên madî yên mezin, liv û tevgera bazirganiyê jî sist bûye. Her wiha, êrîşên li ser kompanyayên petrolê ziyaneke mezin gihandiye sazî û binesaziya enerjiyê û bûye sedema rawestandina berhemanîna petrolê; ev yek ne tenê bo Herêmê, lê ji bo Iraqê jî ziyaneke mezin e. Van encaman û berdewamiya êrîşan bûne sedema diltirsî û nîgeraniya xelkê Kurdistanê. Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê bawer dikin ku çareseriya kêşeyan bi rêya diyalog û jihevtêgihiştinê di berjewendiya hemû aliyan de ye, da ku navçe û Herêma Kurdistanê êdî zêdetir ziyanê nebînin.

Tewera Duyem/ Peywendiyên me bi hikûmeta federal re:

Tevî bilindî û nizmiyên di peywendiyan de, me berdewam hewl daye ku her kêşe û giriftek hebe, di bin sîbera destûra herdemî ya Iraqê de were çareserkirin. Her çend e ku kêşe li ser hev kom bûne û kêm hewla çareserkirina wan hatiye dan, lê partiya me rêya berdewamiya diyalogê û dîtina rêçareyan girtiye ber; bi taybetî di warê budce, şayiste û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê de, bi armanca çareserî û rakirina asteng û berbestan, bi rêya serdan û şandina şandeyan bo Bexdayê hemû hewlek hatiye dayîn.

Ji bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta federal bi serokatiya birêz Elî Zeydî, piştevaniya me hebûye û em ê di hevkarî û piştevaniyê de berdewam bin; bi wê hêviyê ku wek çawa di rêkeftina bi Çarçoveya Hevahengiyê re hatiye kirin, êdî çareseriya kêşeyan neyê piştguhkirin, destûr wek xwe were bicihanîn û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçeyên mûçexuran di dema xwe de bo Herêma Kurdistanê werin şandin.

Hêjayî gotinê ye ku civînê tekezî li ser piştevaniya birêz Elî Zeydî, Serokwezîrê Hikûmeta Federal, kir di wan pêngavên ku ji bo rûbirûbûna gendeliyê, vegerandina serwet û samana xelkê Iraqê bo xezîneya hikûmetê û rêgirtina li fîrokirina samana welat de avêtine.

Tewera Sêyem/ Destpêşxeriya Cenabê Serok Barzanî ya di Cejna Qurbanê de:

Ev destpêşxerî ji ber xema Kurdistanê û di encama wê rewşa hestiyar û nazik de hat ku tevahiya navçeyê tê re derbas dibe; her wiha ji ber wan hemû rûdan û guhertinên ku diqewimin û beşek ji wan bi xwe re fikar û metirsiyan tînin. Civînê ev destpêşxeriya cenabê wan bilind nirxand, ku kêşe ji qada ragihandin û kolanan veguhastin ser maseya diyalogê.

Ji bo bicihanîna naveroka destpêşxeriyê, lijneyek di asta Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya me de, dest bi serdan û peywendiyan ligel aliyên siyasî kiriye; bi armanca gotûbêj û dîtina çareseriyên pêwîst ji bo kêşeyan û rizgarkirina proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji wê xitimîna ku tê de ye. Heta niha ev destpêşxerî û hewildan berdewam in; bi wê hêviyê ku hemû alî, bi berçavgirtina hestiyariya rewşê û girîngiya rûdanan, bi berpirsiyarî ber bi çareseriyê ve gavan biavêjin.

Tewera Çarem:

Civîn, ji rewangeha hestkirina bi berpirsiyariya neteweyî û nîştimanî û baweriya temam a bi hevdupejirandin û pêkvejiyanê di Komara Iraqê ya Federal de, piştevaniya pêngavên Birêz Serokê Herêma Kurdistanê dike. Her wiha, piştevaniya pêngav û hewildanên Birêz Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dike ji bo çareserkirina kêşeyên ligel Bexdayê di hemû waran de, bi taybetî di babeta şayisteyên darayî û mûçeyên mûçexurên Herêmê de. Civînê bi baş dît ku ev hewildan û pêngav berdewam bin.

Tewera Pêncem/ Babeta navxwe û rêxistinên partiya me:

Di vê tewerê de gotûbêjên pêwîst derbarê rêxistin û erkên organên partiya me de hatin kirin. Ji bo vê mebestê, berê lijneyekê li ser bingeha peyrewa navxwe û bi berçavgirtina rewşa niha ya Kurdistanê, lêkolîneke hûr û berfireh encam dabû. Ev lêkolîn û encam, pêşniyar û raspardeyên wê, dê bibin nexşerêya pêngavên dahatû û her çi pêwîst be dê were bicihanîn.

Hêjayî gotinê ye ku civîn di atmosfereke hizbî û xemxurane de ji bo çareserkirina kêşe û giriftên xelkê Kurdistanê, geşkirina proseya siyasî ya Kurdistanê û bihêzkirina peywendiyên ligel hikûmeta federal û aliyên siyasî yên Şîe û Sunne yên Iraqê birêve çû.

Komîteya Navendî ya
Partiya Demokrat a Kurdistanê
13ê Hezîrana 2026an