Hikûmeta Iraqê projeya hêla hesinî hilweşand

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Peywendiyan ê Îraqê Mistefa Sened eşkere kir ku di dema du hefteyên borî de, Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û Wezîrê Veguhastinê Weheb Hesenî hejmareke biryaran daye ku di medyayê de wekî pêdivî giringî pê nehatiye dan.

Wezîrê Peywendiyan ê Îraqê Mistefa Sened îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê fermî yê Facebookê ron kir ku yek ji biryarên herî giring hilweşandina pirojeya hêla hesinî (trênê) bûye, ew jî ji ber xerciya wê ya zêde û çêkirina bargiraniyê li ser budceya giştî ya dewletê.

Wezîrê Peywendiyan ê Îraqê herwesa diyar jî kir ku biryara hilweşandina pirojeya pêşxistina Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê jî hatiye dan, ku pêştir bi hevahengiya ligel dezgeha darayî ya navdewletî ya IFCyê dabûn kompaniya CAAPê.

Mistefa Sened behsa wê yekê jî kir ku biryarên nû yên Serokwezîr dûrxistina Rêveberê Giştî yê Benderan jî vegirtiye. Hevdem Wezîrê Veguhastinê bizavê dike ku rêveberiya balafirgehan û geştên asmanî bike yek, ku biryar e ev pêşniyar di civînên bê yên hikûmetê de bi rengekî fermî bê nîqaşkirin.

Ev guhertin di demekê de ne ku Encûmena Wezîran di civîna xwe ya dawiyê de çend biryarên din ên girêdayî dosyeya kareba û sotemeniyê dane, tevî hawirdekirina genim heta dawiya werzê firotina berhemê navxweyî.