Îran: Em di roja bûna Trump de tu lihevkirinekê îmza nakin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Farsê ya Îranî ji zarê çavkaniyên agahdar belav kiriye ku Tehran amade nîne îro tu lihevkirinan ligel Waşintonê îmza bike; ji ber ku îro roja bûna Donald Trump e û Îran naxwaze ev mijar ji bo bangeşeya medyayî û destkeftiyekî şexsî yên Trump bên bikaranîn.
Li gorî Ajansa Farsê ya Îranî, Donald Trump, ku îro jiyê wî dibe 80 sal, tekezî li ser îmzakirina lihevkirinê di vê rojê de kiriye, lê tîma danûstandinan a Îranê diyar kiriye ku ew rêyê nadin ev pirs bibe nimayîşeke siyasî.
Herwesa çavkaniyên Îranî amaje bi wê yekê jî kiriye ku lihevkirin hêj bi temamî negihîştiye qonaxa dawiyê û dariştina wê bi dawî nehatiye, lewma îmzakirina wê di vê demê de mistehîl e.
Donald Trump pêştir ragihandibû ku biryar e îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) lihevkirinek bê îmzakirin û yekser Tengava Hurmizê li ber hemiyan bê vekirin. Trump li ser tora civakî ya "Truth Social" dabû xuyakirin ku di dema guncayî de ew dê bi rêya balafirên "B-2" kar li ser jinavbirina paşmayîyên atomî yên Îranê bikin.
Li ser naveroka lihevkirina pêşniyarkirî, çavkanî dibêjin ku behsa vekirina Tengava Hurmizê û rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser benderên Îranê dike, û biryar e di qonaxên bê de nîqaş li ser bernameya atomî ya Îranê bên kirin. Heta niha eşkere nîne ka ev îmzakirin dê bi awayê amadebûna rasterast an jî ji dûr ve (online) bê kirin.