Îsraîl: Lihevkirina Amerîka û Îranê li ser ewlehiya me gef e

Navenda Nûçeyan (K24) - Hejmareke berpirsên bilind ên Îsraîlê, ku bi salan e li ser dosyeya Îranê kar dikin, hişyariyê li ser lihevkirina di navbera Amerîka û Îranê de didin û tekez dikin ku ev pêngav li ser berjewendiyên ewlehiyê yên Îsraîlê xetereke rasterast çê dike.

Li gorî raporteke Kanala 12ê ya Îsraîlî, wan berpirsên şareza ragihandiye ku aliyê Amerîkayî ne tenê li ser çarçoveya giştî lihevkirin kiriye, belkî şertên sereke yên Tehranê jî qebûl kirine. Ew dibêjin: "Ev lihevkirin dê bibe sedema vekirina rasterast a Tengava Hurmizê û vejîna desthilata Îranê.”

Çavkanî amaje bi wê yekê dikin ku di vê lihevkirinê de pirsa şiyanên atomî yên Îranê bo qonaxeke din hatiye paşxistin û vê yekê wekî "siyaseta dayîna qistan" bi nav dikin. Herwesa hişyariyê didin ku şertê veguhastina uranyumê bo derveyî welat bo dirûşmekî nezelal bi navê "kêmkirina aloziyan" hatiye guhertin, di demekê de ku sîstema mûşekî ya Îranê bi tu awayekî di lihevkirinê de nehatiye behskirin.

Di wê raportê de hatiye ku herçend e Nivîsîngeha Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bizavê dike tu helwestekê wernegire ku zirarê bide navdariya Donald Trump, lê wan çavkaniyên şareza bêdengiya xwe şikandiye û helwest li dijî wê lihevkirinê wergirtiye.

Wan berpirsan nîgeraniya xwe diyar kiriye, ku ew lihevkirin Îranê bi rawestandina piştgiriyên wê ji bo kom û endamên wê li deverê pabend nake, belkî rêyê bo xweş dike ku careke din peywendiyên xwe yên ligel Hizbulaha Libnanê çalak bike.

Berpirsên Îsraîlî berhevdaniyek di navbera vê lihevkirinê û wê lihevkirina ku dawî bi şerê Xezeyê anî kir û pirsîn: "Gelo çi bi serê peymana bêçekkirina Hemasê hat?" Herwesa got: "Eger Îran piştî 60 rojên agirbestê pabend nebe, dê çi zextek di destê Amerîkayê de bimîne? Gefa serbazî ya rastîn ji rehan ve lawaz bûye."

Ev yekî jî di demekê de ye ku Îsraîlê hemî bizavên xwe bi kar anîne, da ku rêyê li her lihevkirinekê bigire ku bibe sedema bihêzbûna pêgeha Tehranê li deverê.