Serok Barzanî sersaxiyê ji Selahedîn Behaedîn re dixwaze

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî, ji ber koça dawiyê ya birayê mezin ê Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, peyameke sersaxiyê belav kir û tê de hevxamiya xwe ji bo malbata wî diyar kir.

Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) behînameyek arasteyî Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn kir û hevxemiya xwe ji wî û malbata wî re diyar kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî yên mezin Husên Mihemed Behaedîn.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Bi mixabiniyeka mezin ve nûçeya koça dawiyê ya birayê we yê mezin Seydayê Husên Mihemed Behaedîn gihîşt min.”

Serok Barzanî herwesa got: “Ez sersaxiyê ji cenabê we û malbat, dost û nasên we re dxiwazim û ez xwe hevparê xema we dizanim." Herwesa Serok Barzanî ji Xudayê Mezin jî lava kirin ku Xudêjêrazî bi bihişta berîn şa bike û sebir û hedarê bide wan û hemî aliyan.