Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Selahedîn Behaedîn re dixwaze

Msrûr Barzanî
Msrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behînameyek arasteyî Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê kir û hevxemiya xwe ji bo koça dawiyê ya birayê mezin diyar kir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) peyameke sersaxiyê arasteyî Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn kir, ji ber koça dawiyê ya birayê wî yê mezin Husên Mihemed Behaedîn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ragihand: "Bi mixabinî ve nûçeya koça dawiyê ya birayê we yê mezin, Xudêjêrazî Seydayê Husên Mihemed Behaedîn gihîşt min.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa got: “Ez sersaxiyê ji we re dixwazim û ez hevparê xema we me." Serokwezîr herwesa lava jî kirin ku “Xudayê Mezin canê Xudêjêrazî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide binemala wan ya rêzdar”.