Mesrûr Barzanî sersaxî ji rojnamevan Hêmin Lihonî re xwest

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peywendiyeke telefonî de, sersaxî ji rojnamevan û Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hêmin Lihonî kir, ji ber koça dawiyê ya bavê wî Husên Mihemed Behaedîn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) di peywendiyeke telefonî de, sersaxî ji Şêwirmendê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Berpirsê Nivîsîngeha Destpêşxeriyê Rojnamevan Hêmin Lihonî re xwest, ji ber koça dawiyê ya bavê wî Husên Mihemmed Behaedîn.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî ku sersaxî ji wî re xwest lava kirin ku Xudayê Mezin canê Xudêjêrazî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide binemala wan.

Rojnamevan Hêmin Lihonî jî ji aliyê xwe ve, bi navê xwe û binemala xwe, spasî û rêzên xwe ji bo peywendî û hevxamiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kirin.

Ev peywendiya telefonî piştî koça dawiyê ya kesatiyê naskirî Husên Mihemed Behaedîn (bavê roijnamevan Hêmin Lihonî û birayê mezin ê Emîndarê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn) tê. Serokwezîr Mesrûr Barzanî rasterast hevxamiya xwe gihand şêwirmendê xwe û malbata wî.