Serok Barzanî û Serdarê Artêşa Îraqê hevahengiya serbazî tekez dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke bilind a serbazî ya Îraqê bi serokatiya Serdarê Artêşa Iraqê kir, û her du aliyan tekezî li ser xurtkirina peywendiyên serbazî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir.
Baregayê Barzanî belav kiriye ku Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 14ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya Serdarê Artêşa Îraqê Ferîqê Yekê yê Rukn Ebdulemîr Reşîd Yarelah û şanda pê re kir.
Li gorî wê daxuyaniya Baregaya Barzanî, her du aliyan di wê hevdîtinê de bal kişand ser rewşa siyasî û ewlehiyê ya Îraqê û deverê bi giştî. Herwesa tekezî li hevahengiya di navbera dezgeh û aliyên peywendîdar ên Îraqa Federal û Herêma Kurdistanê de jî hat kirin, daku ewlehî, tenahî û vejandin bên parastin.
Ev hevdîtina Serok Barzanî û Yarelah piştî civînên Serdarê Artêşa Îraqê yên ligel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyan li Hewlêrê tê, ku armanca serekî ya wan civînana jî avakirina planeke hevpar e ji bo parastina zeviyên petrolê û rûbirûbûna gefên ewlehiyê li deverên cihê duberekiyê.