5 gundên Qamişloyê li dijî projeya avakirina xanan derketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Gundiyên gundê Girê Siwêr û çend gundên derdora Qamişloyê, li dijî projeya avakirina xanên sewalan li ser zeviyên wan ên çandiniyê dest bi çalakiyan kirin û rêya navdewletî ya M4 bi rûyê trafîkê de girtin.
Biryar bû ku Şaredariya Gel a Qamişloyê îro 14ê Hezîranê kevirê bingehîn ê projeya "Xanên Sewalandeyne. Lê belê, xelkê gundê Girê Siwêr û çar gundên din ên li rojhilatê Qamişloyê, bi xwepêşandaneke aştiyane rêya navdewletî ya M4 bi rûyê trafîkê de girtin û rê li ber danîna kevirê bingehîn girtin.
Xelkê gundê Girê Siwêr û çar gundên din ên li rojhilatê Qamişloyê, ji bo sekinandina projeya "Xanên Sewalan" daketin qadan. Gundî dibêjin ku ev proje li ser 609 donim zeviyên wan ên çandiniyê tê avakirin û dê bibe sedema têkçûna jîngehê û koçberbûna xelkê herêmê.
Gundiyê bi navê Laleş Yûsif di dema xwepêşandanê de nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir, avakirina 400 xaniyan di navbera pênc gundan de nayê qebûlkirin. Yûsif got: "Ev proje ne li gorî qanûnên jîngehê, ne yên çandiniyê û ne jî li gorî pîvanên mirovî ye. Ev yek dê bibe sedema tirs û fikarê di nav gundiyan de û dê xelkê me neçarî koçberiyê bike."
Mehmûd Ebdê ku yek ji gundiyên herêmê ye, diyar kir ku wan gelek caran serî li şaredariyê û parêzgehê daye, lê heta niha ti bersiveke erênî wernegirtine. Ebdê wiha axivî: "Me daxwazên xwe gihandin parêzgar û saziyên têkildar, lê kesî guh neda me. Li vir hewildanek heye ku bi rêya peymanên nezelal, dest deynin ser zeviyên me. Em vê yekê qebûl nakin."
Gundiyê bi navê Şoreş Yûsif jî destnîşan kir, zeviyên wan çavkaniya wan a sereke ya jiyanê ne û ev proje bêyî pirs û şêwra wan hatiye destpêkirin. Yûsif got: "Bêyî ku ji me bipirsin, hatine ser zeviyên me û dest bi avakirinê kirine. Ev ji bo me zehmetiyeke mezin e û em ê heta dawiyê li dijî vê projeyê derkevin."
Gundiyan diyar kir ku heta biryara rawestandina projeyê ji aliyê parêzgehê ve neyê dayîn, ew ê ji ser rêya M4 venekşin û protestoyên xwe bi dawî nekin.
Ji ber aloziya li ser sînorê projeyê, bi amadebûna Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş), civînek di navbera nûnerên gundiyan û rayedarên Şaredariya Gel de pêk hat. Di encama civînê de lihevkirin hat kirin ku xebatên avakirinê li ser zeviyên gundiyan bi awayekî demkî werin rawestandin û dosye ji bo lêkolînê ji parêzgeriyê re were şandin.