Partî û kesayetên Kurd li Îzmîrê ji bo "Yekîtiya Neteweyî" civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi serpereştiya Komîsyona Hewldana Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya Bakurê Kurdistanê, li bajarê Îzmîrê konferanseke berfireh bi beşdariya partiyên siyasî, rewşenbîr û kesayetên serbixwe hat lidarxistin.
Li Hola Konferansê ya Kovara Dengê ya li Îzmîrê, bi armanca xurtkirina yekîtiya neteweyî û avakirina nûnertiyeke siyasî ya Bakurê Kurdistanê, îro 14.06.2026an konferansek hat organîzekirin. Ev xebat ji aliyê PÊLKURD, Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Tevgera Vejînê ya Kurdistanê (VEJÎN) û komek kesayetên serbixwe ve hat birêvebirin.
PWKê di daxuyaniyekê de belav kir, konferans bi xuleke rêzgirtinê ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Dîwana konferansê ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê Nevzat Teker, endamê Meclîsa Partiyê ya PWKyê Mehmet Sîrac Kaya, nûnerê PÊLKURDê Mahmût Agamola û nûnerê VEJÎNê Edîp Welatparêz pêk hat.
Di konferansê de serok û nûnerên aliyên beşdar nêrînên xwe yên li ser rewşa siyasî û giringiya tifaqên neteweyî anîn ziman. Li ser navê kesayetên serbixwe Alî Oncû, Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Cîhgirê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, rêvebirê PÊLKURDê Mahmut Alpşen û nûnerê VEJÎNê Edîp Welatparêz axaftinên girîng kirin.
Piştî peyamên fermî, gelek siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên saziyan (mîna Kasim Ergun, Veysel Çamlibel, Mesût Tokay û her wiha Serokê Weqfa Baran Tûrsûn Mehmet Tûrsûn û Serokê Komeleya Anadolûya Rojhilat Alaattîn Epozdemîr) bi bîr û rayên xwe beşdarî nîqaşan bûn.
Beşdarên konferansê bal kişandin ser wê yekê ku lidarxistina xebateke bi vî rengî li Îzmîrê, bawerî û hêviya avakirina temsîliyeteke neteweyî ya xurt li Bakurê Kurdistanê geştir kiriye.
Hat ragihandin ku ev konferansa Îzmîrê tenê destpêkek e; Komîsyona Hewldanê plan dike ku di rojên pêş de li gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê konferansên bi heman rengî li dar bixe da ku bingeha yekitiya neteweyî hîn firehtir bibe.