Li Xelîfanê sibe 600 karmend zeviyan werdigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Îdareya Serbixwe ya Soranê ragihand, sibe qonaxa duyem a dabeşkirina zeviyan bi ser karmendan de dest pê dike û di vê qonaxê de 600 karmendên li sînorê qezaya Xelîfanê dê bibin xwedî zevî.
Rêveberê Giştî yê Şaredariyên Soranê Xesro Sadiq îro 14ê Hezîranê ji Kurdistan24ê re aşkera kir, piştî qonaxa yekem a li qezaya Rewandizê ku tê de zêdetirî 500 karmendan zevî wergirtin, sibe jî dê li sînorê şaredariya Xelîfanê zevî bi ser 600 karmendên din de werin dabeşkirin.
Xesro Sadiq derbarê planên paşerojê de diyar kir, ev pêvajo dê berdewam bike û hemû karmendên ku heta niha zevî wernegirtine, dê di qonaxên bê de sûdmend bibin.
Sadiq aşkera kir, bi egereke mezin di qonaxa sêyem de karmendên şaredariya Çomanê zeviyan werbigirin û piştre jî dabeşkirin dê li Sîdekan, Qesrê, Hacî Omeran û hemû navçeyên din berdewam bike.
Li gorî amarên fermî, li sînorê Rêveberiya Giştî ya Şaredariyên Soranê ku ji 5 qeza û 15 nahiyeyan pêk tê, nêzîkî 45 hezar karmendan mafê wergirtina zeviyan heye. Di qonaxa yekem û duyem de heta niha zêdetirî 1100 karmendan zeviyên xwe wergirtine.