Îran: Lihevkirina bi Amerîkayê re roja Înê li Swîsreyê tê îmzekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê ragihand, lihevkirina di navbera Tehran û Washingtonê de gihîştiye qonaxa dawî. Li gorî daxuyaniyê, ji îşev ve hemû operasyonên serbazî û dorpêça deryayî ya Amerîkayê li ser Îranê bidawî dibin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî îro 15ê Hezîrana 2026an aşkera kir ku "Yadeştnameya Hevtêgihiştinê ya Îslamabadê" dê roja Înê, 19ê Hezîranê, li Swîsreyê bi fermî were îmzekirin. Xerîbabadî tekez kir ku rawestandina şer li hemû eniyan (bi taybetî li Libnanê) û rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê, ji îşev ve dikeve warê cibicîkirinê.

Li gorî gotinên Xerîbabadî, piştî ku Îran piştrast bibe ku Amerîka sozên xwe (rakirina dorpêça deryayî, rawestandina şer û azadkirina pereyên asêkirî) tîne cih, dê qonaxeke nû ya danûstandinan a 60 rojî dest pê bike. Mijarên sereke yên vê qonaxê ev in:

1- Rakirina hemû cezayên seretayî û duyemîn ên li ser Îranê.

2- Hilweşandina biryarnameyên Encûmena Ewlehiyê ya NY û Encûmena Rêveber a Ajansa Navneteweyî ya Vejeya Atomî (IAEA).

3- Gotûbêjkirina kûr a dosyeya atomî.

4- Mijara avakirin û geşepêdana aborî.

5- Avakirina mekanîzmayekê ji bo çavdêrîkirina bicihanîna sozên her du aliyan.

Xerîbabadî: "Me di qada serbazî de Amerîka têk bir"

Xerîbabadî destnîşan kir, ev lihevkirin ne tenê berhemê dîplomasiyê ye, lê di heman demê de berhema "destkeftiyên serbazî û xwîna şehîdan e." Her wiha bal kişand ser gefên serbazî yên Îranê yên li dijî Îsraîlê û diyar kir, ev amadebaşî bûye sedem ku Amerîka di danûstandinan de paş de gav biavêje û daxwazên Îranê bipejirîne.

Cîgirê Wezîrê Derve her wiha got: "Me Amerîka di şerê serbazî de têk bir û wan di vê yadaştnameyê de soza dawîanîna şer daye. Lê belê, hêzên me yên çekdar dê her tim amade bin û tiliya wan dê li ser tetikê be li dijî her cure pîlanekê."

Tê payîn ku di nava demeke kurt de Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê daxuyaniyeke fermî belav bike û hûrgiliyên zêdetir ji raya giştî re aşkera bike.