Berhemanîna hêkan li Dihokê zêde dibe û pêwîstiya bazarên Iraqê jî dabîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgeha Dihokê di warê aboriya navxweyî û berhemanîna hêkan de, gavên mezin diavêje. Bi destpêkirina projeyên nû, niha berhema hêkan li parêzgehê bi awayekî berçav zêde bûye û Dihok ne tenê pêwîstiya xwe, lê beşeke mezin a pêwîstiyên bazarên Iraqê jî dabîn dike.

Rojane li parêzgeha Dihokê zêdetirî 130 hezar hêkên nû û navxweyî tên berhemanîn. Ev proje wekî "stûnên aboriya navxweyî" tên pênasekirin ku pişt bi şiyanên navxweyî girê didin û hewl didin daxwazên welatiyan bi berhemên herêmî dabîn bikin.

Rêveberê projeya berhemanîna hêkan Hokar Doskî derbarê kar û barên wan de diyar kir, projeya wan di sala 2024an de dest pê kiriye û niha bi serkeftî berdewam dike. Doskî got: "Niha em rojane di navbera 340 heta 360 kerton hêk dişînin bazarê. Em xwarina mirîşkan  bi xwe amade dikin û ev yek di bin çavdêriya tenduristî de tê kirin, da ku hêkên herî bikalîte û saxlem bigihîjin destê welatiyan."

Rêveberê Samana Ajelî ya Dihokê Rizgar Sidqî jî bal kişand ser serkeftina parêzgehê di vî warî de û aşkera kir û got: "Xweşbextane em niha rojane di navbera 1,500 heta 2,000 kertonan berhem tînin. Ev tê wê wateyê ku em ji pêwîstiyên xwe zêdetir berhem tînin û berhema zêde dişînin parêzgehên din ên Iraqê. Armanca me ew e ku di paşerojê de vê hejmarê bigihînin 4,000 kertonan."

Li parêzgeha Dihokê niha 5 projeyên mezin ên berhemanîna hêkan hene ku tê de nêzîkî 150 hezar mirîşkên ku hêkan dikin hene. Ev proje salane di navbera 50 heta 52 mîlyon hêkan berhem tînin.

Welatî û bazirgan jî diyar dikin, ji ber ku hêkên navxweyî nû û saxlem in, daxwazeke mezin li ser wan heye. Her wiha bihayê hêkên navxweyî li gorî hêkên ku ji derve tên hawirdekirin, guncaytir û erzantir e, ku ev yek jî dibe sedem ku welatî zêdetir berhemên welatê xwe hilbijêrin.