Konsulxaneya Qeterê: Em çendîn projeyên bazirganiyê yên hevbeş bi Kurdistanê re cibicî dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Qeterê ya li Hewlêrê, di bersiva çend pirsên malpera Kurdistan24ê de ragihand, xebatên wan ên dîplomatîk pêş ketiye û jîngeha pêkvejiyanê ya Herêma Kurdistanê karê wan hêsan kiriye. Her wiha tekez kir, ew hewl didin veberhêneran ber bi sektorên giring ên Kurdistanê ve bikişînin.

Jîngeha civakî û ewlehiya Hewlêrê

Konsulxaneya Giştî ya Qeterê aşkere kir, ji dema destpêkirina karê wan ê li Hewlêra paytext ve, wan civakeke pirreng, vekirî û aram dîtiye; taybetmendiya sereke ya vê civakê jî hebûna giyanê lêborînê û pêkvejiyana aştiyane ye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin: "Vê jîngeha guncav bandoreke erênî ya rasterast li ser kar û tevgera me ya rojane ya li gel xelkê Herêma Kurdistanê kiriye. Her wiha hêsankariyeke mezin di rêkxistina pêwendiyên me yên li gel saziyên fermî de ava kiriye."

Xaleke din a ku konsulxaneyê bal kişand serê, mijara mêvanperwerî û pêşwaziya germ a xelkê Herêma Kurdistanê û bi taybetî ya niştecihên bajarê Hewlêrê bû. Li gorî nêrîna wan, ev pêşwazî û rêzgirtina bêhempa bûye sedema xurtkirina pêwendiyên dostanî û biratiyê yên di navbera her du aliyan de.

Pêşxistina pêwendiyên dualî

Konsulxaneya Qeterê amaje bi wê yekê kir, pêwendiyên di navbera dewleta Qeterê û Herêma Kurdistanê de, li ser bingeha rêzgirtina hevdu û parastina berjewendiyên hevbeş hatine avakirin û roj bi roj di geşebûneke berdewam de ne. Di vê çarçoveyê de, di salên borî de asta pêwendî û hevahengiyan bi rêya serdanên fermî yên şandeyan û hevkariya navbera kerta giştî û kerta taybet, qonaxeke mezin biriye. 

Konsulxane di çendîn sektorên cuda de derfetên pir baş û dewlemend dibîne û handana sermayedar û veberhênerên Qeterî dike ku sûdê ji jîngeha Herêmê werbigirin; bi taybetî di warên enerjî, geştiyarî, çandinî û avakirina binesaziyê de.

Konsulxane di wê baweriyê de ye ku hevkariya zêdetir di warên perwerde, çand û xurtkirina şiyanên mirovî de bi rêya pevguhertina bernameyên akademîk, dê bibe stûneke sereke ji bo kûrkirina pêwendiyan a hîn zêdetir.

Plana projeyên hevbeş ên paşerojê

Derbarê projeyên hevbeş de, Konsulxaneya Qeterê aşkere kir ku niha wan xebatên xwe li ser avakirina pireke bihêz a peywendiyê di navbera kompanya û saziyên her du aliyan de xurt kirine, da ku jîngeheke guncayî ji bo destpêşxeriyên aborî yên nû çêbibe. Niha lêkolîn û danûstandinên hûr li ser çendîn derfetên veberhênanê di warên tenduristî, perwerde, geştiyarî û çandiniyê de berdewam dikin.

Konsulxaneyê geşbîniya xwe nîşan da ku di dema bê de ev hêvî bibe rastî û projeyên hevbeş ên kirdarî û berdewam werin ragihandin. Hat destnîşankirin ku li cem her du aliyan daxwazeke rasteqîn heye ku van şiyanan veguherînin projeyên stratejîk; her wiha qonaxa bê dê bibe şahidê destpêşxeriyên zêdetir ku geşepêdana aborî xurt dikin.

Nêrîna Dohayê li ser hikûmeta nû ya Bexdayê

Di tewereke din a bersivan de, Konsulxaneya Qeterê ragihand, ew pêşwaziya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bi serokatiya Elî Zeydî dikin û hêviya serkeftinê ji bo wî dixwazin di warê pêşkêşkirina xizmetguzariyan bo xelkê Iraqê û xurtkirina karwanê avakirinê de.

Konsulxaneya Qeterê tekez kir ku dîtina dewleta wan, pêşxistina hevkariyên bi Iraqê re ye li ser bingeha berjewendiyên hevbeş. Her wiha, piştgiriya xwe ya tam ji bo aramî, yekîtî û serweriya axa Iraqê dubare kir.

Konsulxaneya Giştî ya Qeterê ya li Hewlêrê ku di sala 2023an de bi fermî hat vekirin, werçerxaneke girîng bû di xurtkirina pêwendiyên siyasî û aborî yên navbera Doha û Herêma Kurdistanê de. Ji aliyê siyasî ve, ev gav nîşaneya baweriya Qeterê ya bi aramiya Herêmê û pêgeha wê ya dîplomatîk a li herêmê ye, ku li ser bingeha hevtêgihiştin û hevsengiya hêzê hatî avakirin.