Wezareta Petrolê ya Iraqê: Bi Herêma Kurdistanê re rêkeftineke gelekî baş heye
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Selîm Rukabî ragihand, li ser dosyeya Petrola Herêma Kurdistanê lihevkirineke sêalî ya "gelekî baş" pêk hatiye û ev yek rê li ber destpêkirina hinardekirina Petrolê vedike.
Berdevkê Wezareta Petrolê Selîm Rukabî ji Kurdistan24ê re aşkera kir, di encama danûstandinên navbera Wezareta Petrolê ya Iraqê, Wezareta Samanên Siruştî ya Herêmê û nûnerên kompanyayên Petrolê de, lihevkirineke giring bo birêvebirina dosyeya petrolê pêk hatiye.
Selîm Rukabî destnîşan kir ku ev lihevkirin wekî gaveke cidî tê dîtin, ji bo careke din hinardekirina Petrola Herêma Kurdistanê bo bazarên cîhanê were aktîvkirin, ku ev demek bû ev pêvajo sekinîbû.
Derbarê asta hinartinê de, Berdevkê Wezaretê aşkera kir ku niha hinardekirina Petrola Iraqê rojane nêzîkî 200 hezar bermîl e. Wî pêşbînî kir ku piştî çareserkirina temamî ya dosyeyê û vekirina Tengava Hurmizê, asta hinardrkirina petrolê bi awayekî berçav bilind bibe.
Şandeya ewlehiyê li Hewlêrê ye
Li aliyê din, wekî amadekariyek ji bo vegera kompanyayên biyanî û destpêkirina xebatan, şandeyeke bilind a ewlehiyê ya Iraqê serdana Hewlêrê kir. Armanca sereke ya serdanê ew e ku li ser parastina ewlehiya kêlgehên petrolê û dabînkirina jîngeheke guncav ji bo karê kompanyayan were sekinandin. Bi vî rengî, tê xwestin ku ti astengiyên ewlehiyê li pêşiya hinardekirina Petrola Herêmê nemînin.
Ev geşedanên nû di demekê de ne ku bazarên enerjiyê yên Iraq û cîhanê li benda vegera hevsengiyê û destpêkirina hinardekirina Petrola Herêma Kurdistanê ne, da ku fişarên aborî yên li ser navçeyê kêm bibin.