JD Vance: Em dê deqê lihevkirina ligel Îranê belav bikin

JD Vance
JD Vance

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Amerîkayê ragihand ku deqê lihevkirina nû ya di navbera Waşinton û Tehranê de di vê hefteyê de tê belavkirin, û tekez jî kir ku ev lihevkirin dê bibe astengiyeke demdirêj daku Îran tu carî nebe xwediya çekê atomî.

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ji bo tora "CNBC" diyar kir; ew pêşbînî dike ku aliyek di nav Îsraîlê de hebe ku vê lihevkirinê qebûl bike.

JD Vance amaje bi we yekê jî kir ku tê çaverêkirin di dema îmzakirina vê lihevkirinê de, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û çend nûnerên din ên wî welatî amade bin.

JD Vance hêviya xwe diyar kir ku deqê lihevkirina ligel Îranê di vê hefteyê de bi fermî bê weşandin û ron jî kir ku pabendbûneke demdirêj heye, ku misoger dike Îran tu carî bernameya xwe ya atomî pêş nexe û destê wê negihe çekên atomî.

Wî herwesa bal kişand ser wê yekê jî ku ev lihevkirin Îranê ji wan pereyan bêpar dike yên ku ji bo avakirina bernameya w; ya atomî pêdivî ne, bi vê yekê jî ewlehiya deverê tê parastin û rê li Tehranê tê girtin ku serwetên xwe yên darayî ji bo çalakiyên atomî bi kar bîne.

Amerîka û Îran berbanga îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) gihîştin lihevkirineke giştgir û dîrokî ji bo bidawîanîna şer û aloziyan, ku agirbesta li Libnanê û vekirina Tengava Hurmizê ya stratejîk jî parek ji vê lihevkirinê ne.

Biryar e ku ev lihevkirin li roja Înê (19ê Hezîrana 2026ê) li Swîsrayê bi rengekê fermî bê îmzakirin, û bi vî rengî jî dawî li wê qeyranê bê ya ku canê bi hezaran kesan kiribû qurbanî û bazara enerjiyê ya cîhanî jî têk dabû.

Li gorî medyayên Îranê, bîranîneke jihevtêgihiştinê hatiye amadekirin ku ji 14 xalan pêk tê. Di nav de, biryar e ku 24 milyar dolar ji pereyên astengkirî yên Îranê di dema 60 rojên danûstandinan de bên azadkirin.

Li gorî zanyarên ku hatine eşkerekirin jî, nîvê van pereyan jî pêş destpêkirina danûstandinan ji bo Îranê tê weşandin. Li beranberî wê yekê jî, Amerîka daxwaza rawestandina zengînkirina uranyuma Îranê ji bo dema 15 heta 20 salan dike.