Serok Barzanî Serê Sala Koçî li Misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî bi helkefta hatina erê Sala Nû ya Koçî (1448), pîrozbahiyeke germ li seranserê Mislimanên Kurdistan, Îraq û cîhanê kir û hêviya xêr û tenahiyê ji bo deverê xwest.

Serok Mesûd Barzanî îro (Duşem, 15ê Hezîrana 2026ê) peyameke pîrozbahiyê belav kir. Li gorî daxuyaniya Baregaya Barzanî, di wê peyamê de hatiye: "Bi helkefta hatina Serê Sala Koçî, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî tevahiya mislimanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim."

Serok Barzanî di berdewamiya peyama xwe de ragihand: "Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku sala nû ya Koçî bibe sala binecihbûna aştî, tenahî û rehetiyê be, ji bo devera me û hemî cîhanê. Her di xêr û xweşiyan de bimînin."

Peyama Serok Barzanî

Bi Navê Xudê yê Mezin û Dilovan

Bi helkefta hatina Serê Sala Koçî, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî tevahiya mislimanên Kurdistan, Îraq û cîhanê dikim.

Ez ji Xudayê Mezin dixwazim ku sala nû ya Koçî bibe sala binecihbûna aştî, tenahî û rehetiyê be, ji bo devera me û hemî cîhanê.

Her di xêr û xweşiyan de bimînin.

 

Mesûd Barzanî

29ê Zulhîceya 1447ê Koçî

15ê Hezîrana 2026ê Zayînî