Obama: Peymana atomî ya 2015an ji vê peymana niha bibandortir bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama ragihand, ew guman dike ku peymana nû ya rêveberiya Trump bi Îranê re, ji peymana atomî ya sala 2015an cudatir an çêtir be. Obama destnîşan kir ku çareseriyên dîplomatîk her dem ji bijardeyên leşkerî bibandortir in.
Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama, di hevpeyvîneke taybet de ligel bernameya "Good Morning America" de, nerînên xwe li ser peymana nû ya di navbera Washington û Tehranê de anî ziman.
Obama gumanên xwe li ser peymana nû ya Trump anîn ziman û got ku ew bawer nake ev peyman di bingeh de ji ya sala 2015an baştir be. Obama destnîşan kir ku peymana ku wî serkêşiya wê dikir, heta roja ku Amerîka jê vekişiya, serkeftin û bandora xwe îsbat kiribû.
Obama daxwaz kir ku biryarderên siyasî dîplomasiyê bixin pêşiya çalakiyên leşkerî û wiha dewam kir: "Divê me heta niha ev ders wergirtiba, lê wusa diyar e ku carinan pêdivî heye em ji nû ve hîn bibin. Ez hêvî dikim ku dawî li şer û bombebaranê bê."
Naveroka peymana Trump û Îranê
Ev daxuyaniyên Obama di demekê de ne, Donald Trump ragihandibû ku Washington û Tehran gihîştine rêkeftinekê. Li gorî zanyariyan, peyman vekirina Tengava Hirmuzê û rakirina dorpêça deryayî ya li ser Îranê li xwe digire. Her wiha rayedarekî paybilind ê Amerîkayê diyar kir ku di peymanê de hatiye qebûlkirin ku bernameya atomî ya Îranê bê betalkirin û depoyên uranyuma dewlemendkirî radestî Amerîkayê bên kirin.
Vekişîna Trump ji peymana sala 2015an ku Obama wek "serkeftinekê" didît û Trump wek "peymana herî xirab" pênase dikir, heşt sal berê rû dabû. Niha piştî rageşiyeke dijwar a leşkerî, her du welat careke din vedigerin ser maseya dîplomasiyê.