Mesrûr Barzanî sersala nû ya Koçî li hemû misilmanan pîroz dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta sersala nû ya Koçî, pîrozbahiyeke germ li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dike.

Teksta peyama Serokê Hikûmetê:

Bi helkefta hatina sersala nû ya Koçî 1448, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ li misilmanên Kurdistan, Iraq û tevahiya cîhanê dikim.

Em ji Xwedayê mezin û dilovan daxwaz dikin ku sersala nû ya Koçî, bibe sala aştî, aramî û xweşguzariyê.

Sersala nû ya Koçî li hemû misilmanan pîroz be.

Mesrûr Barzanî
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê