Buhayê mazotê bilind bû: Barê cotkarên Rojavayê Kurdistanê girantir bû
Qamişlo (K24) – Hikûmeta Sûriyê careke din buhayê mazotê bilind kir. Ev biryar di nava demsala palayiya genim de, bû sedema nîgeraniyeke mezin û barê cotkarên herêmê girantir kir.
Di demekê de ku li Rojavayê Kurdistanê û herêmên din ên Sûriyeyê mûsimê palayî û dirûnê berdewam dike, hikûmeta Sûriyê buhayê lîtreya mazotê ji 75 sentan ber bi 88 sentên Amerîkî ve bilind kir. Ev zêdebûn rasterast bandorê li lêçûnên çandiniyê, karkirina batozan û veguhastina berhemê dike.
Cotkarên herêmê diyar dikin ku her biryareke nû ya hikûmetê, li dijî berjewendiyên wan e û karê wan ê salekê bi hewayê de diçe. Cotkarê bi navê Şoreş Esed li ser vê rewşê bal kişand ser lêçûnên giran û got:
"Lêçûn pir giran e. Buhayê mazotê, yê traktoran û yê deraseyê (batoz) her ku diçe bilind dibe. Berê me her donimek bi 4 dolaran didira, lê niha ji ber mazotê buhayê palayiyê jî zêde bûye. Ji ber ku buhayê genim bi lîreyê Sûrî hatiye diyarkirin û dolar her roj li hemberî lîreyê bilind dibe, cotkar zirarê dikin û ti sûdeya çandiniyê namîne."
Ne tenê cotkar, lê xwediyên amûrên çandiniyê û batozan jî ji vê rewşê nerazî ne. Cimşîd Hiso, ku xwediyê batozê ye, diyar kir ku mesrefên wan û qezenca wan li hev dernakevin.
Hiso got: "Em bi serê xwe û li ser esasekî şexsî vî karî dikin. Di her carekê de em pêdivî bi 3 hezar lître mazotê dibînin, lê piştgiriyeke guncaw tune ye. Lêçûnên me û qezenca me ne wekhev in. Ev rewş hem bandorê li me û hem jî li cotkaran dike."
Bilindbûna buhayê sotemeniyê bandoreke zincîrî li ser hemû kerta çandiniyê dike. Cotkar hêvî dikirin ku di vê werzê de qezenceke baş bikin, lê bi van bihayên nû, barê wan ê aborî hîn girantir bûye.